Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 7’ê Nîsanê de artêşa dewleta Tirk a dagirker li ser rêya navbera Amed û Çewlikê de, çêkirina qeraqola Korxe bi hemû away lez dayinê. Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û bi xebatkarên ku ji derve anîne ku dixwazin vê qeraqolê çêbikin , du kamyonetên ku malzeme dibirin ji bo çêkirina karakolê ji aliyê gerîlayên me ve hatine şewitandin. Her weha Li herêmê artêşa Tirk a dagirker ku liv û tevgera leşkerî zêde kiriye, li herêmê bi helikopterên Skorskî jî leşker danîne. Di roja 7’ê Nîsanê de li ser herêmên Ape Musa û Şehîd Serxwebûn bi balefirên bê mirov keşifekî zêde pêk anîne.
2. Di roja 5’ê Nîsanê de, navbera saet 17:00 û 24:00’an de, roja 6’ê Nîsanê navbera saet 04:00 û 11:00’an de û roja 7’ê Nîsanê jî navbera saet 07:00 û 17:00’an de balefirên bê mirov yên aide artêşa dagirker a Tirk li ser Herêmên me yên Parastina Medya herêma Metîna re firînekî zêde a keşifan pêkanîne.
8 Nîsan 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê