HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 6'ê Nîsanê de saet di navbera 09:00 û 10:00 de helîkopterên artêşa dagirker a Tirk ên bi tîpa Skorsky û Kobra, li Girê Goste û derdora wê ya li ser sînorê Şemzînanê ye, tevgeriya ne. Di ser heman herêma me re balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker saet di navbera 08:00-16:00 de keşif kirine.

2. Di 6'ê Nîsanê de saet di navbera 11:00-12:00 de balafirên keşfê yê artêşa Tirk a digirker di ser herêma Zagrosê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê firiyane. Her wiha di 7 Nîsanê de jî saet di 08:30 de li heman herêmê balafirên keşfê dest bi firînê kirin û keşfa li herêmê hînê dewam dike.

3. Di 7'ê Nîsanê saet di navbera 15:30 û 16:00 de artêşa Tirk a dagirker herêma Deriyê Dawetiye ya dikeve dinava sînorê herêma Heftenînê a bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi topên hawan û obusan bombebaran kiriye. Li hemberî vê êrîşa artêşa Tirk a dagirker hêzên me yên gerîla li Girê Meymûn bi çekên giran bersiv dane. Di 7'ê Nîsanê saet di navbera 07:00 û 08:00 de balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagiker, li ser herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê firiyane.

4. Di 6'ê Nîsanê saet di navbera 07:30 û 19:30 de balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma me ya Zapê firiyane. Her wiha di heman rojê de balafirên keşfê saet di navbera 11:30 û 16:00 de li herêma me ya Qendîlê firiyane.

7 Nîsan 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê