HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 26’ê Tebaxê de saet 12.00’an de balafirên bêmirov ên artêşa dagirker a Tirk li Herêmên Parastinê yên Medya li ser herêma Zagros hatiye destpêkirin. Ev gera keşfê heta neha berdewam dike. Ev gerên zêde yê balafirên bêmirov ên artêşa dagirker a Tirk:

- Di 26’ê Tebaxê de saet di navbera 12.00-16.00 û 22.00-01.00’an de balafirên bêmirov ên keşfê li Herêmên Parastinê yên Medya li ser herêma Zapê gerên zêde ên keşfê berdewam dike.

- Di 26’ê Tebaxê de saet di navbera 10.00-14.00’an de balafirên bêmirov ên keşfê li Glîdag a girêdayî Agirî û li ser şehîdgeha li vê herêmê geriyane.

- Di 26’ê Tebaxê de saet di navbera 13.00-14.00’an de balafirên bêmirov ên keşfê li ser ‘Şehîdgeha Şehîd Siwar’ a di navbera navçeyên Keçare û Kixî yên Çewlikê keşf pêk anîne. Hêzên me yên gerîla dema balafira keşfê li ser ‘Şehîdgeha Şehîd Siwar’ digeriya bi çekên giran gule berdan balafirê û di encama wê de jî balafir ji qadê dûr ket.

2. Ev Hefteyeke artêşa Tirk a dagirker li herêma di navbera gundê Erban û navçeya Cizîrê ya Şirnexê de kemînan datîne.

3. Têkildarî kuştina polîsan a li pey hev li Amedê ti eleqeya hêzên me nîne.

27 Tebax 2014

Navenda çapemenî û Ragahandinê-HPG