Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 25'ê Tebaxê de di navbera saet 01.00-02.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Qeladizê li dijî Gundên Biredê, Sergelê, Silê û Pira Mamikê yên bi ser Qendîlê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de gelek sewalên gundiyan telef bûye dîsa gelek rez û zeviyên wan zirar dîtiye.
2. Di 25'ê Tebaxê de di navbera saet 15.00-18.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Alaya Garê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Piştî çalakiya ku ji aliyê gerîlayên me ve hemû baregeh bi awayeke bandor hate lêdan, dijmin li dijî derdora alayê bê ser û ber bi hewan û obusan bombebarankiriye.
Di encama lêgerînên gerîlayên me li bejahiya Şemzînanê kirî de me di daxuyaniya xwe doh de di derbarê alavên leşkerên tirk ên dema reviyane li şûna xwe hiştibûn eşkerekiribûn. Gerîlayên me yê xebatên lêgerînê berdewam kiriye û 1 BKC, 600 fîşekên BKC'yê, 2 telefon, Dûrbînek çeka, 2 pûsûlayên hawanê, dûrbîneke şev û cîhazeke sînyalan tevlihev dike hatiye dîtin.
3. Di 25'ê Tebaxê de di saet 13.30'an de li ser riya Şax û Berwariyê li dijî karwanê leşkerî yên derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya li nêzî pira Tîtîzê hatiye lidarxistin de wesayiteke zirxî ya akrep derbe xwariye, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî nehatiye zelalkirin.
4. Di 25'ê Tebaxê de di saet 18.20'an de li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê li nêzî qereqola Golê di navbera leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê peçvûnê de leşkerek birîndar bûye.
26 Tebax 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê