Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22'ê Tebaxê de li bejahiya Şemzînana Colemergê di navbera artêşa dagirker a tirk û gerîlayên me de pevçûnek qewimî bû, hewldanên lidarxistinê ya operasyonê de gerîlayên me rê nedanê artêşa tirk û dijmin naçar mabû paş de vekişe. Piştî pevçûnê di encama lêgerîna gerîlayên me ya li eraziyê gelek alav û çekên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve li eraziyê hatiye dîtin.
Alavên hatiye dîtin ev in; 1 Bombaavêj, 2 çekên melez (HK33), dûrbîneke û beşa bombaavêja van çekan, debanceyek, 2 bêtêlên desta, 4 telefon, 600 guleyên BKC, 15 bombe, 4 termal, 4 dûrbînê roj, 3 dûrbînê bi şev û 10 çente.
2. Di 24'ê Tebaxê de di saet 21.00'an d li navçeya Qelqeliya Wanê li dijî qereqola Axrokê û girê ewlekariya qereqolê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çekek A4 hatiye rûxandin 3 leşker jî hatiye kuştin. Piştî çalakiyê dijmin derdora qereqolê bi hewan û obusan bêser û ber bombebaran kiriye.
3. Di 24'ê Tebaxê de di saet 17.00'an de li navçeaya Şaxa Wanê li dijî helîkoptereke ber bi herêma Xawiştayê ji leşkerên li operasyonê de ne alavên leşkerî vediguhezt ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarixistin. Helîkoptera bi lêdana gerîlayên me derbe xwariye naçar maye paş de vegere navenda Şaxê.
4. Di 24'ê Tebaxê de di navbera navçeya Çaldirana Wanê û Bazîda Agiriyê li nêzî gundê Zoravayê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestan din de nasname hatine kontrolkirin û ji gel re di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn. Di dema kontrolê de 3 tir û 2 kemyonên şîrketên bi dijmin re hevkariyê dikin û li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dikin ji aliyê gerîlayên me bi şewitandinê hatine rûxandin. Di heman demê de dozereke şîrketa Wan-Taş a bi dijmin re hevkariyê dike û di karên leşkerî de tê xebitandin bi şewitandinê hatiye rûxandin, ajokarê wê Zeydîn Sorgut jî hatiye binçavkirin.
25 Tebax 2012
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê