ji çapemenî û raya giştî re!
1. ji 14'ê Îlonê ve û heta neha balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa TC a dagirker li Herêma Zagros a girêdayî Herêmên Parastina Medya bênavber balafirên keşfê digerin. Disa di navbera 15’ê Îlonê saet 22.30’an, 16’ê Îlonê (îro) saet 05.00’an de li herêma Zapê û saet di navbera 12.00 û 13.00’an de herêma Heftenîn balafirên keşfê geriyane.
- Di 16’ê Îlonê de saet 00:30'an de li herêmên Heftanîn û Zagros tevgara balafirên şer li ser van herêma çêbuye.
2. Di 15’ê Îlonê de saet navbera 15.00 û 16.00’an helîkopterên skorskî ên artêşa TC a dagirker li çiyayê Bagokê ya girêdayî Mêrdînê keşif pêk anîne. Li gel vê di navbera herêma Marîna û gundê Mîre yê girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tevgereke zêde ya leşkeran heye.
16 Îlon 2014
Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG