HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Ev demeke li navçeya Kaxizmana Qersê li dijî herêma Çemçê, li derdora Şahyolu, derdora zoman û konên şivanan ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi yekîneyên veşartî kemîn tên vedan.

2. Operasyona di 6'ê Tîrmehê de li Tetwana Bedlîsê hatibû destpêkirin de di 9'ê Tîrmehê de li nêzî Girê Bawer di navbera gerîlayên me û leşkerên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê herêm bi dijwarî hatiye bombekirin. Herweha operasyona herêmê ber bi herêmên Şakirî û Şetranûsê berfireh dibe û berdewam dike.

3. Di 8'ê Tîrmehê de di saet 15.30'an de li navçeya Bazîda Agiriyê li nêzî herêma Teperriziyê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnên heta saet 19.30'an de berdewam kiî de 4 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Herweha di vê pevçûnê de 3 gerîlayên me jî bi lehengî li şer kirine û gihîştine şahadetê. Piştî pevçûna li herêmê ji aliyê helîkopterên kobrayan herêm bi dijwarî hatiye bombekirin.

Nasnameya gerîlayên me yê gihîştine şahadetê;

Nasnav: Rojhat Agirî
Nav û Paşnav: Mehmet Cemîl Ozturk
Navê dayik û bav: Adalet - Ali
Cihê jidayikbûnê: Tutax, Agirî
 

Rojhat Agirî - Mehmet Cemîl Ozturk

Nasnav: Hamza Serhat
Nav û paşnav: Emrah Boztaş
Navê dayik û bav: Fahime - Battal
Cihê jidayikbûnê: Kaxizman, Qers
 

Hamza - Emrah Boztaş

Nasnav: Şervan Agiri
Nav û paşnav: Kemal Ermekan
Navê dayik û bav:: Xanê - Mustafa
Cihê jidayikbûnê: Gundê Şoraxil, Maku
 

Şervan - Kemal Ermekan

4. Di 9'ê Tîrmehê de di navbera saet 14.00-14.30'an de li navçeya Şemzîna Colemergê li dijî Çiyayê Govendê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

5. Di 9'ê Tîrmehê de di navbera saet 18.00-21.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li Girê Geper ê bi ser Oramarê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a girk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di heman rojê heta saet 23.00'an de li dijî heman herêma bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

6. Di 8'ê Tîrmehê de di saet 20.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li herêma Oremarê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 3 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin.

7. Di 9'ê Tîrmehê de di navbera saet 02.00-03.30'an di heman rojê di navbera saet 13.30-14.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Erdewê û derdora wê yên bi ser Zagrosê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

8. Di 8'ê Tîrmehê de di navbera saet 16.00-17.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li diJî Girê Qertel, Gundên Girê û Erdewê û Dola Konferansê yên bi ser Zagrosêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

9. Di 9'ê Tîrmehê de di navbera saet 11.00-20.00'an de li navçeya Geverê riya Gever-Oramarê ji aliyê gerîlayên me yê YJAStarê hatiye birîn, nasname hatiye kontrolkirin û herweha di derbarê peşketinê dawî yên qewimîne ji gel re hatiye ragihandin.

10. Ji 9'ê Tîrmehê ji saet 21.30'an heta 10'ê Tîrmehê (îroj) saet 04.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî herêma Deriyê Dawetiya ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

11. Di 9'ê Tîrmehê de di saet 05.30'an de li navçeya Çelêya Colemergê li derdora Alaya Bilîcanê di navbera gerîlayên me yê YJAStar û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye.

12. Di 9'ê Tîrmehê di saet 03.00 û di heman rojê di saet 15.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Geliyê Feqîra, derdora Ava Zapê û herêma Şehîd Mazlûmên bi ser Zapêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

13. Di 30'ê Gulanê li navenda Dersimê 4 karkerên di xebata qereqola Rojnek de dixebitîn ji aliyê gerîlayên me ve hatibûn binçavkirin. Karkerên lêpirsînên wan bi dawî bûn di 3'ê Tîrmehê de serbest hatin berdan.

14. Di 9'ê Tîrmehê de di saet 19.30'an de li navçeya Payizavaya Wanê li Gundê Şemanisê tevî gelek caran hatibû hişyarkirin, Necmedîn Şen ê di cerdewaniyê û xebata bi dijmin re israr dikir, ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Şen ê li sûcên xwe mikur hatiye bi armanca hişyariyeke dawî wesayita wî hatiye şewitandin û serbest hatiye berdan.

15. Di 9'ê Tîrmehê de di navbera saet 06.00-08.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundên Şifreza, Hîlalê û Cennetê yên bi ser Şeladizêne û di nav sînorên Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li van gundan destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

10 Tîrmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê