HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 6’ê tîrmehê de saet li derdora 07.00’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li ser 2. Kîlometira riya Licê-Pasûrê ku girêdayî Amedê ye, dema ku Artêşa TC’ê hewl daye bi maşînên bi zirx operasyon li dar bixin, panzêrek hedef hatiye girtin û di encama lêdanê de panzêr hatiye tunekirin û hemû leşkerên tê de mirine.

Dijmin mirî û birîndarên xwe bi 2 ambûlansan di sê caran de rakirine. Piştî çalakiyê rê bi qasî 3 saetan ji çûn û hatinê re hetanî êvarî hatiye girtin û operasyon hatiye lidarxistin.

2. Di 6’ê tîrmehê de ji hêla hêzên gerîlayên me yên YJA-STAR’ê ve li dijî leşkerên dijmin ku ewlekariya qereqola Lekîça Palûya Elezîzê digirin, ji bona bîranîna hevalên me yên ku li Farqîn, Gûmûşxaneyê û Perwariyê şehîd ketine çalakiyek hatiye lidarxistin û di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

3. Di 6’ê tîrmehê de piştî danê nîvroj ji hêla Artêşa TC’ê ve li dijî sirtên Sîneva ku girêdayî Geverê ye Artêşa TC’ê bi desteka firokeyên kobrayan piştî ku qadê bombebarîn kiriye operasyonek li dar xistiye.

4. Di 6’ê tîrmehê de saet di 21.00’an de û di 7’ê tîrmehê de saet di 03.00’an de li Qadên Parastina Medya li dijî qada Şeşdarayê ku girêdayî Heftanînê ye, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.

5. Di 5’ê tîrmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li dijî qada Xapûşkê ku girêdayî Zagrosê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin. Piştî êrîşê li qadê şewateke ku hê jî didome destpêkiriye.

6. Di 5’ê tîrmehê de saet li derdora 14.30’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve di navbera dema ku kamyoneke ku alavên leşkerî dibe Qereqola Ewlekariyê ku di navbera Qereqola Ewlekariyê û qada Erbîşê de dimîne û girêdayî Çelê ye çalakiyek hatiye lidarxistin û di çalakiyê de ajovanê kamyonê bi giranî birîndar bûye û kamyon bi piranî rûxiyaye. Piştî çalakiyê dijmin bi maşînên bizirx operasyonek hatiye destpêkirin û qada bi hawan û obûsan hatiye lêdan.

7. Di 5’ê tîrmehê de saet li derdora 23.00’an de ji hêla gerîlayên me ve li dijî palûkeyeke xalîçeyan ku xebatên sîxurkirinê û şerê taybet ê JÎTEM’ê tê birêvebirin ku li girêdyî Qeymeqamiya Licê ye û li gundê Tutê ya bi ser Licê girêedayî ye, çalakiyek hatiye lidarxistin û palûke şewitiye. Ev çalakî bi armanca hişyariyê hatiye li dar xistin.

8. Di 5’ê tîrmehê de ji hêla hêzên gerîlayên e ve li dijî Girê Bêdeve ku girêdayî Şemzînanê ye çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de gelek kozikên dijmin ji hêla gerîlayên me ve bi dest ketine û di van kozikan de 18 leşkerên dijmin hatine kuştin. Di vê çalakiyê de eydî dijmin 1 BKC otomotîk, 5 çekên ferdî bi navê G3 û 1 qemeraya termal hatine desteserkirinê. Piştî çalakiyê dijmin qadê bi teknîkê bi gûrahî bombebarîn kiriye û di navbera hêzên gerîlayên me û dijmin de şerek qewimiye û di vî şerî de gerîlayên me yên ku navên wan hatine zelalkirinê û bi navê Artim, Esra, Têkoşer û Avaşîn gihîştine şehadetê. Der barê çalakiyê û hevalên me yên şehîd de, piştî ji hêla me ve agahî zelal bûn em ê bi gelê xwe re parve bikin.

9. Di 21’ê pûşperê de dema ku Artêşa TC’ê li Kelkîta Gûmûşxaneyê operasyon li daer xistibû, ji hêla gerîlayên me ve hedef hatibûn girtin û şer qewimîbû. Di vî şerî de gerîlayên me yên bi navê Amed (Hamît Ulaş), Rêzan (Salih Ozcan) û Sîpan (Ozgur Daghan) re gerîlayê me yê bi navê Zerdeşt(Serdar Tekîn) gihîştiye şehadetê. Ji ber zirûfên şer û operasyonan em neçar mane bi derengî îlana şehadeta gerîlayên xwe bikin.

Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de;

Zerdeşt - Serdar Tekin

Zerdeşt
Serdar Tekîn
1985 / Êlih
2005 / Stenbol
Behiye
Alaaddin
21 Pûşper 2010 / Kelkît, Gumuşxane

Esra - Meysa Ayşe

Esra Urmiye
Meysa Ayşe
1984 / Urmiye
2003 Urmiye
Sara
Ayşe
5 Tîrmeh 2010 / Şemzînan, Colemêrg

Avaşin - Meral Bingül

Avaşîn Irmak
Meral Bingul
1980 / Norşîn, Bilîs
2002 / Stenbol
Nazerîn
Abdullah
5 Tîrmeh 2010 / Şemzînan, Colemêrg

Artım - Serhat Aslan

Artim Şengal
Serhat Aslan
1981 / Riha
2004 / Moskova
Mahide
Nafi
5 Tîrmeh 2010 / Şemzînan, Colemêrg

Tekoşer - Sıtkı Tanrıverdi

Têkoşer Munzur
Sitki Tanriverdî
1962 / Avşîn, Meraş
1997 / Fransa
Zeynep
Huseyin
5 Tîrmeh 2010 / Şemzînan, Colemêrg

7 Tîrmeh 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG