HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 27'ê Mijdarê saet di 20:00 de artêşa Tirk a dagirker, li gundên Çalê, Cebilgravê û Falatê yên ser bi navçeya Mêrdîn Nisêbînê û li derdora navçeya Riha Serêkaniyê bi 4 maşînên zirxî kemîn daniye. Vê tevgera artêşa Tirk heta nîvê şevê dewam kiriye.

2. Di 25'ê Gulanê saet di 08:00 de artêşa Tirk dagirker li qada çiyayî ya gundên Xale û More yên navçeya Colemêrg Geverê derketiye operasyonê, Ev operasyon saet di 16:00 de bêyî encamek jê derkeve, bi dawî bûye.

3. Di 27'ê Gulanê de artêşa TC a dagirker li herêma çiyayî ya navçeya Agirî Bazîdê derketiye operasyonê. Saet di 13:00 de hêzên me yên gerîla bersiv dane vê operasyonê. Li ser bersivdayîna hêzên me, ev operasyon bi dawî bûye. Her wiha li herêmê amadekariyên operasyoneke nû tên kirin.

28 Gulan 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê