Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 30’ê Îlonê de li navçeya Lîcê ya bi ser Amedê ye li dijî gundên Sîsê, Dêrxust û Alî Xişo ku bi ser Şehîd Kenale ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Dİ heman rojê de di derdora saet 12.00’an de di navbera gerîla yê me û leşkerên dijmin de pevçûnek hatiye jiyandin.
Di encama pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûnê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê bi helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin. Operasyona li herêmê di heman rojê de bê encam paş de vekişiyaye.
2. Di 30’ê îlonê de di navbera saet 20.00-21.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Xinêrê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de tu wendahiyê gerîla yê me çênebûye.
3. Di 30’ê Îlonê de li navçeya Lîcê ya bi ser Amedê ye li dijî qereqola Ergulê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkereke dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker li dijî herêmê bi maşînên bi zirx operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon di heman rojê de bêencam paş de vekişiyaye.
4. Di 30’ê Îlonê de di saet 15.30’an de li Şirnexê li dijî qereqola Ewîna Bêhnak ji aliyê gerîla yê me ve bi çekên giran çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin.
5. Di 29’ê Îlonê de li navçeya Bêşebabê ya bi ser Şirnexê di navbera herêmên Sedkar û Çemanê de ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve bi veguheztina 80 transîtê operasyonek hatiye lidarxistin.Di heman rojê de li dijî hêzê operasyonê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Çalakiya veguheriye pevçûnê û 10 xulekan berdewam kirî de 10 leşkerên dijmin tirk ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Di dema paşvekîşînê de di navbera gerîla yê me û leşkerên dijmin de pevçûneke 30 xulekî qewimiye, leşkerê dijmin ê tengav bûye, alîkarî xwestiye, alîkariya hatiye li ser cîhên serdest, him gerîla yê me him jî leşkerên xwe gulebarankiriye. Di encama vê pêvçûnê ya bi qasî saetek û nîvê berdewam kirî de çeperek dijmin hatiye rûxandin, herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di van pevçûna 3 gerîla yê me jî bi lehengî li berxwedane û gihîştine şahadetê. Ji ber kuştiyên dijmin piraniya xwe tîmên taybetin bi zanebûn ji aliyê dijmin ve tên veşartin.
6. Di 28’ê Îlonê de (îroj) di derdora saet 06.00’an de li navçeya Çelê ya bi ser Colemergê li dijî Semedar, Samûray, Çelê Diguh, Qîrê, Helwesîs û Çepê Mirîşka ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê operasyonek hatibû lidarxistin. Operasyona li herêmê di 30’ê Îlonê de bêencam paş de vekişiyaye.
1 Cotmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê