Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ji 23’ê Îlonê û vir ve li dijî navçeya Solxanê ya bi ser Çewlikê ji aliyê arteşa dagirker a tirk bi yekîneyên veşartî hewldanên keşf û kemînan tê lidarxistin. Di 30’ê Îlonê de (îroj) li dijî vê herêmê bi daxistinan operasyonek hatiyek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
2. Ev demeke li navçeya Şemzînanê ya bi ser Colemergê ye li dijî Navreza, Robînos, Helena, Bûnalik, Nîrkola, Kanî Gûzê û Gomakê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi yekîneyên veşartî kemîn tên avêtin. Kemînên li herêê hîn jî berdewam dike.
3. Di 26’ê îlonê de li navçeya Sitewrê ya bi ser Mêrdînê li dijî qereqola Dêrîş ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Piştî çalakiya veguheriye pevçûnê û 15 xulekan berdewam kiriye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi piştgiriya herona (firokên hewayî yên bê mirov) bi helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin. Di 27’ê Îlonê de jî li dijî gundên Dengiza, Ewîna, Zirvê yên bi ser Sitewrene ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
4. Di 29’ê Îlonê de di navbera saet 08.00-12.00’an de di navbera navçeya Berwarî ya bi ser Sêrtê û navçeya Şaxê ya bi ser Wanê ye ji aliyê gerîla yê me çalakiyek rêbirînê hatiye lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyê de venêrîna nasnameyan hatiye kirin û ji gel re propaganda hatiye kirin.
5. Di 28’ê Îlonê de di navbera saet 17.30-19.30’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Lolan ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
6. Di 29’ê Îlonê de di navbera saet 10.00-11.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Çemço, goristana şehîdan a Çemço, gundê Sacê û derdora wê ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
7. Di 29’ê Îlonê de di navbera saet 11.00-13.00’an de li Herêmê Parastina Medya li dijî herêma Geliyareş a bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
30 Îlon 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê