HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 1’ê Cotmehê de di navbera saet 13.00-14.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî derdora Gundê Ergenê ku bi ser Garê ye ji ailyê arteşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

 

2. Dİ 1’ê Cotmehê de li navçeya Dihê ya bi ser Sêrtê li dijî herêmên Serxetan û Kêrê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike

3. Di 2’ê Cotmehê de li navçeya Dih ê ya bi ser Sêrtê li dijî herêma Çiravê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operayonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

4. Di 1’ê Îlonê de di saet 19.00’an de li navçeya Kaxizmanê ya bi ser Qersê ye li dijî lojmanên subay û dozgeran gerîla yê me xwestiye çalakiyekê lidarbixînin lê ji ber cerdewanan nobedariya wê dikir, gerîla yê me nexwestiye çalakiyan li ser wan lidarbixin, ji ber vê li dijî şûbeya leşkeriyê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de du baregehên ji aliyê gerîla yê me hatiye rûxandin, 3 leşker jî hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê dijmin derdor bê ser û ber gule hatiye reşandin.

5. Di 30’ê Îlonê de li navçeya Ovacixê ya bi ser Dersimê li herêma Gamirê bi agahiya dewletê ji aliyê gundiyekî daristan dihate birîn. Li gel hişyariyê gerîla yê me qemyona gundiyên hişyariyê gerîla yê me gohdar nekiriye hatiye şewitandin.

6. Di 29’ê Îlonê de li navçeya Bêşebabê ya bi ser Şirnexê bi konvoyeke 80 wesayitî pêk dihat leşker hatiye veguheztin. Ji bo ewlekariyê jî girên Givanus û Dirbesê haitye girtin. Dİ 30’ê Îlonê de di saet 17.30’an de i dijî leşkerên dijmin ên dixwestin paş de vekişin ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Çalakiya veguheriye pevçûnê ji aliyê dijmin ji girên din mûdaxele çêbûye, bi 2 helîkopterên kobrayan û bi havan û obusan cihê çalakiyê hatiye bombebarankirin. Di encama vê pevçûnê de 3 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, gelek leşker jÎ birîndar bûye. Birîndar bûna 4 leşkeran a di çapemeniya dijmin de derbas dibe dûrî rastiyê ye.

7. Dİ 29’ê Îlonê de di nav sînorê Çewlikê li dijî herêmen Gole, AktÎk, Dallitepe, Komyan, Mezra Kotê, Sirnan, Quntarên Ozgur, Mêrga Mîra, Neqeba Can û Çerxanê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve operasyonek hatiye lidarxistin. Di 30’ê Îlonê de ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistinan leşker veguheztine herêmê û çarçoveya operasyonê berfireh kiriye. Di heman rojê de di saet 17.30’an de li dijî 2 çeperên dijmin ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Di 1’ê Îlonê de opearysona li herêmê beşek jê paş de vekişiyaye lê hîn jî ji aliyê yekîneyên veşartî bi rengê kemîn û keşf ê berdewam dike.

8. Di 28’ê Îlonê de li navçeya Dihê ya bi ser Sêrtê ve li dijî Gundê Ebûbekira, navserên Bilbila û herêma Şehîd Sarya ku bi ser Garisa ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 29’ê Îlone de beşek operasyonê paş de vekişiyaye lê hî jî ji aliyê yekîneyên veşartî hewldanên keşf û kemînan berdewam dike.

9. Di 29’ê Îlonê de operasyona li herêmên Îksor, Bîmen û Tufanbabayê destpêkiribû di 1’ê Cotmehê de bê encam paş de vekişiyaye.

10. Di 25’ê Îlonê de operayona li Kurudere, Topalan, Bilaloglu, Çîrîz, Şabanlar, Azê, Hasar, Cigerna û derdora Çewlikê destpêkiribû hîn jî bi rengê kemîn û keşfê berdewam dike.

11. Di 1’ê Cotmehê de di navbera saet 20.00-01.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Şehîd Ayhan, Neqeba Xantûr, Neqeba Şehîd Berivan û Şehîd Mervan ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

2 Cotmeh 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê