HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 6’ê Gulanê de li Dersim li dijî herêmên Çiyayêsor, Uzuntarla, Hotmeri û Derheciyê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatibû destpêkirin. Me daxuyabû kku di 7’ê Gulanê de du leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatibû kuştin

. Li herêmê di encama pevçûnên hatiye jiyandin de li gor agahiyên herî dawî gihîştiye dest me 2 jê çawuşên pispor 3 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Herweha bi rengê kemîn avêtin û keşfê operasyona li herêmê berdewam dike.

 

2. Di 11 Gûlanê de di navbera saet 11.00-14.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî quntarên Xantûrê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê tankên Artêşa TC’ê hatiye topbarankirin.

3. Di 11’ê Gulanê de di navbera saet 10.00-11.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Garê ya biçûk ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

4. Di 26’ê Avrêlê de li navçeya Çewlikê Çêrme yê li dijî herêmên Berav, Şevdin, Şehîd Şiyar û Şehîd Gabar ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek berfireh hatiye lidarxistin. Di çarçoveya operasyonê de ji aliyê helîkopterên kobrayan herêm hatiye bombebarankirin. Cardin li dijî zozanên Balpaya û Şehîd Gabar bi helîkopterên skorsky ê leşker hatiye veguheztin. Artêşa TC’ê ya çarçoveya operasyonê berfireh kiriye, li herêmên beriya neha madeyeke bêhna naneyê jê dihat, madê mirov li hev dixist û serî gêjdikir avêtibûn kontrol kirine. Di 11’ê Gulanê de operasyon heta herêma Lemçê, Pîra Xanika û Geliyê Bilika berfireh kiriye, hîn jî li herêmê operasyon bi rengê kemîn avêtin û keşfê berdewam dike.

12 Gulan 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê