HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 14'ê Îlonê de saet di 13:00 de artêşa Tirk a dagirker li bejahiya gundên Şuxe û Şuze yên ser bi navçeya Sêrt Dihê, bi balafirên bê mirov, helîkopterên bi tîpa Skorsky û Kobra derketiye operasyonê. Operasyona cerdevan jî tê de amade bûn, heman êvarê saet 17:00'an de bi vekişînê bi dawî bû.
2. Di roja 15'ê Îlonê de saet di navbera 02:00 û 07:00 de balafirên bê mirov ên artêşa Tirk a dagirker li qada Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê keşif kirine.
3. Di roja 14'ê Îlonê de saet di 10:00 de li derdora Gundê Gul Seît û derdora Morsê ya ser bi Dambatê, pastarên Îranê derketine operasyonê. ji ber pastarên Îranê hewl dane ber bi qadên gerîlayên me ve bimeşin şerekî demkurt derketiye. Pevçuna saet 11:45'an de destpêkirî saetek berdewam kir, piştî wê hêzên operasyonê saet 16:00 de neçar maye xwe vekişîne.
15 Îlon 2014
Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG