Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 15'ê Hezîranê de saet di navbera 07:00-10:00 û saet di navbera 20:00 û 22:00 de balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser xeta sînor a navebra navçeya Colemêrg Çele û Herêmên Parastinê yên Medyayê de gerên zêde pêkanîne, Di roja 15'ê Hezîranê de saet di navbera 10:00 û 16:00 de li herêma Xakurkê tevgera balfirên keşfe yên bê mirov pêk hatiye, ji şeva 13'ê Hezîranê heta ber destê sibê ji roja 14 hezîranê li ser herêma Metîna ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi balfirên keşfe keşifên zêde kiriye.
2. Ji roja 12'ê Hezîranê û heta neha balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Besta ya Şirnexê bi awayek zêde geriyane û keşif kirine. Ev geren balafirên keşfê hîna berdewam dike.
16 Hezîran 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê