HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 13’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li bejahiya navçeya Kerboranê ya Mêrdînê dest bi operasyonê kiriye. operasyon li ser rêyên Xirbe, Şabik, Xelîla, Midyatê ku herêmên Şababiye û Başkal jî digire nava xwe. Di şeva heman rojê de saet 19.00’an de leşkerên artêşa Tirk a dagirker gule li hêzên me yên gerîla yên li vir reşandine. Li ser vê yekê hêzên me yên gerîla jî bersiv dane. Li vir pevçûnek derket.

Dîsan leşkerên artêşa Tirk a dagirker yên di operasyonê de li komekî din ya gerîlayên me gule reşandine. Li vir pevçûnekî demkurt jiyîn. Di herdu pevçûnên ku çêbûn de, hêzên me yên gerîla li hemberî êrişên operasyona artêşa Tirk a dagirker bersiv daye. Li vir 2 leşker û polîsekî tevgera taybet hatine kuştin. artêşa Tirk piştre ji herêmê vekişa, Di pevçûnên vê herêmê de artêşa Tirk navçeya Mêrdînê Midyat bi topên hewan û obusan dane ber topbaranê. Di encama vê topbaranê de malên welatiyên sivîl zerer ditîne. Li vê herêmê yekîneyên artêşa Tirk a dagirker yên veşartî li herêmê xebatên kemîndanîn û keşifan pêktînin.

2. Di roja 14’ê Hezîranê ji saet 16.00 heya saet 00.00’ê nîvê şevê balefirên bê mirov yên artêşa dagirker a Tirk ji Herêmên me yên Parastina Medya li ser herêma Zagrosê re gerekî zêde ya keşifan pêkanîne. Dîsan di roja 14’ê Hezîranê navbera saet 20.00 û 23.00’an de balefirên bê mirov li ser herêma me ya Zapê gerên keşifê pêkanîne.

3. Di rojên dawî de yekîneyên artêşa Tirk ya dagirker li ser rêya navçeya Hanî-Lîcê yên Amedê bi wesayitên zirxî xebatên kemîndanînê dimeşîne. Weke din di roja 14’ê Hezîranê li herêma Haciyan ya rêya Kanîreş-Çewlikê de dîsan yekîneyên artêşa Tirk a dagirker bi wesayitên zirxî kîman danîne.

15 Hezîran 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê