ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ji roja 15’ê Hezîranê û heta neha artêşa Tirk a dagirker li Gever û Şemzînana Colemêrgê bê navber tevgera kobra, skorsky û balafirên bê mirov didomîne. Her weha di roja 16’ê Hezîranê de di navbera saet 15.00-16.00’an de hêzekî leşkerî ya derdorê 60 kesî li zîncîreya Sêmalka bi alîkariya kobra û helîkopterên skorsky dest bi operasyonekî berfireh hatiye kirin. Ev operasyon heta niha jî didome.
2. Di roja 15’ê Hezîranê saet 22:00 heta roja 16'Hezîranê di navbera saet 07.00, 12.30-13.00 û navbera 16.00-23.30’an de keşfa balafirên bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker bê navber li herêma Zap a Herêmên Parastinê yên Medya berdewam dikê. Herweha di roja 16’ê Hezîranê de, saet derdora 14.00-14.30’an balafirên şer li ser heman herêmê bi awayekî pir nizim firiyane.
3. Di van rojên dawiyê de keşfa balafirên bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker li herêma Şehîd Serhat, Şehîd Navdar û Şehîd Rojhat ên girêdayî bajarê Amedê bê navber berdewam dike.
17 Hezîran 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê