Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 18'ê Gulanê de li Bedlîs û navbera herêma wê Şêx Cûmayê ji aliyê gerîlayê me ve rê hatiye birîn. Gerîlayê me yê 15 wesayit rawestandine, nasname kontrol kirine, li vir 6 cerdewanên bi iddiaya di sûcên cûda de cihê xwe girtine, ji bo lêpirsîne hatine binçavkirin. Di derbarê cerdewanên lêpirsînê wan berdewam dike wê raya giştî pişt re were agahdarkirin.
2. Di 17'ê Gulanê de di saet 19.30'an de di navbera Sêrtê û navçeya Basaya Şirnexê ji ber avakirina bendava İlisuyê riya di bin avê de dimîne, ji bo alternatîfa wê şantiya ku rêya di xeta Basa-Bilicûna -Dihê de çêdike 8 wesayitên wê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin.
Di aliyekî de cewherê xweza û dîroka Kurdistanê texrîp dikin, ji aliyê din jî ji bo tunekirina gerîlayên me her cure xebatên rê, bendav û hwd. ên xizmetê armancê dijmin dike wê ji bo me hedefê çalakiyane. Wê li dijî van cihan çalakiyên me berdewam bikin.
3. Di 17'ê Gulanê de li navçeya Qilabana Şirnexê li ser xeta sînor ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Ji 17'ê Gulanê û vir ve li vê herêmê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin pevçûnên dijwar diqewimin. Di derbarê operasyona teknîka zêde jî tê bikaranîn di rojê pêş de wê agahî were dayîn.
4. Di 18'ê Gulanê de di saet 16.30'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî qereqola 49'an ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.
5. Di 18'ê Gulanê de di navbera saet 17.00-18.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Derelokê li dijî herêma Çiyayê Reş a bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
6. Di 18'ê Gulanê de di navbera saet 13.30-17.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî Gundên Erbîş, Ertûş, Petrot, Girê Guvenlik, Keleya Ertûşê, Garêya Biçûk û Cîloyê bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
7. Ji 17'ê Gulanê û vir ve li navçeya Çelêya Colemergê bi 150 wesayitan leşker û cebilxane ji bo Fermandariya Tugayê û Alaya Bilicanê tên veguheztin.
8. . Di 14’ê Gulanê de bi şev di saet 24.00’an de li navçeya Hîzana Bedlîsê di navbera gerîlayê me û leşker û cerdewanên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hevalê me Çekdar Zîlan birîndar bûye. Di encama pevçûnên heta 15’ê Gulanê danê sibê berdewam dike de 2 leşker ji aliyê gerîlayê me ve hatiye kuştin, 2 cerdewan jî birîndar bûye. Artêşa dagirker a tirk ê nekariye berxwedana gerîlayên me bişkîne bi helîkopterên kobrayan bi dijwarî li herêmê bomberan kiriye. Di encama vê bombebaranê de gerîlayê mey ê birîndar ketiye bi lehengî liberxwedaye û gihîştiye şahadetê.
Nasnameya Hevalê me yê gihîştiye şahadetê:
Nasnav: Çekdar Zilan |
19 Gulan 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê