Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 24’ê Tîrmehê saet di navbera 08.00-09.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Avaşîn û Dola Notê ku girêdayî Zagrosê ne ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşêde agirê li herême destpê kiriye hîn jî berdewam dike.
2. Di 23’ê Tîrmehê piştî nîvro li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundên Mambenê û Şûtê û Girê Heserê ku giredayî Zagrosê ye ji hêla balafirên şer ê artêşa TC ji nizm ji bo tacîzê firiyane lê li tu deverê nedane. Di dema firîna balafirên şer de ji ber lêdana bi bandor ya hezên me yên hewayî balafirên şer mecbûr mane paş de bizîvire.
3. Di 22’ê Tîrmehê saet derdora 21.00’ande li navênda Sêrtê li dijî Tugaya Komando ya 3. li dijî kulubeyên ewlekariya avahiya çawuşên pispor tê de perwerde dibînin ji hêla Tîma Şehît Serhed çalakiyek hatiye lidarxistin. Li dijî kulube ya ewlekariya avahî yê digre ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalaki ya hatiye lidarxistin 2 leşkerê dijmin hatiye kuştin. Herweha ji hêla gerîlayê me erdên tugayê, kulube û holik ji hêla gerîla yê me hatiye şewitanin û imha kirin.Piştî çalakiyê ji hêla artêşa TC ketin û derketina herêmê hatiye qedexe kirin.
Di 23’ê Tîrmehê di saetên serê sibê de li dijî herêma çalakiye li derdora Kutros û Xeterê ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona hatibû destpê kirin di saetên êvarî bê encam paşde vekişiya ye.
4. Di 19’ê Tîrmehê li Sêrt li dijî Xerxol û Girê Gezingê ku girêdayî Garisa ye ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon di 20’ê Tîrmehê bê encam paşde vekişiya ye.
5. Di 20’ê Tîrmehê çalakiya li dijî Xantepe ku girêdayî navçeya Colemerg Çelê ye hatibû lidarxistin û 35 leşkerên dijmin hatibû kuştin û gelek alavên dijmin hatibû desteserkirin de agahiya ku 2 hevalê me jî bi lehengî şer kirine û şehit ketine kete destê me.
Agahiyên nasnameya hevalên me yên şehît ketine
Navê Kod: Piling Azad |
Piling Azad – İlyas Kaplan
Di 1985’ande di salên destpêkê ên tevgera PKK dest bi tekoşînê kiriye Hevalê Piling li navçeya Mêrdîn Nisêbînê ji dayik bûye. Li derdoreke hestên welatparêziyê xurt mezin dibe.Di encama zext û zorên dewletê neçar dimînin koçberî metropala dikin û di temênê biçûk de bi şert mercên jiyanê ên dijwar dibîne û kedê nasdkike. Di van şert û mercan erkên xwe yên welatparêziyê jî bê navber pêk tîne. Her ku tekoşînê nasdike zêdetir dilê xwe bi tekoşînê re yekpare dike. Bi wê xwestekê di 2008’ande biryara tevlêbûnê dide û dest bi jiyaneke nû dike. Di mercên dijwar en êrîşên dijminde perwerde ya xwe diqedîne û weke şervan li Xakurkê û Zapê di nava refên HPG’ê de cihê xwe digre. Hîn di temenê biçûk kedê nasdike û bi tevlêbûna xwe ya çoş her karê ku dikir bir serkeftî diqedand. Di temenê biçûk rastiya dijmin naskiribû û bi wê kîn û hêrsê weke milîtanekî tevlî çalakiya dibû. Hevalê Piling bi vê baweriyê tevlî vê çalakiyê jî bû û piştî çalakiyê di encama bikaranîna teknika dijmin tevlî kerwana şehîdan dibe.
Navê Kod: Rojbîn Herekol |
Rojbîn Herekol – Celîla Xelo
Hevala Rojbîn di sala 1982’ande li Başurrojava yê Kurdistanê li navçeya Dirbêsiyê jidayik bûye. Ji malbateke welatparêz ku tevlêbûnê wan heye jiyankiriye. Di 1999’ande pîştî Rêbêrtiya me dîl kete weke her ciwanê kurd wê jî di kesayeta Rêbertiya me li dijî gelê kurd û tekoşîna me komploya hatibû lidarxistin ji bo vala derxîne biryara tevlêbûna daye. Hevala Rojbîn li Qendîl, Botan,Zagros û li Zapê tevlî xebatên şer bûye. Weke milîtanekî erkên xwe di fermandariya taximê de berdewam kiriye. Manîfesyoya azadiyê ya Rêber Apo pêşxistiye jibo famkirin û pêkanîna we perwerdeyên partî yê dîtiye. Û taybetmendiyê kesayeta milîtanên dema 4. Ji bo xurtir berdewam bike li Zapê tevlêbûneke wêrek, fedekar û bi çoş nîşan dide. Weke pêşengeke bi biryar ya tekoşîna azadiyê ya gelê kurd û Kurdistanê tevlî kervanê şehîdan dibe.
25 Tîrmeh 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG