HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Piştî Gerîlayên me li navçeya Elkê ya Şirnexê Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda lidarxistin artêşa dagirker a tirk li dijî herêma Katoyan operasyonek dabû destpêkirin. Me ev agahî beriya niha bi raya giştî re parve kiribû.

Di 5, 6 û 7 îlonê de li herêmên cuda yên Kato Marînos de di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnên dijwar qewimîne. Di 5'ê îlonê danê sibê de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin ên xwestiye derkeve Kato Marînosê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 5 leşkerên dijmin hatiye kuştin û hewldanên pêş de çûyinê ya dijmin bêencam maye.

Di 6'ê Îlonê de di saet 15.00'an de li dijî leşkerên dijmin ên xwestine ber bi Deriyê Şehîd Alîşêr ve pêş de biçe ketine kemîna gerîlayên me. Di encama pevçûnên dijwar de 10 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Artêşa dagirker a tirk ku li vê herêmê gelek wendahî dan, li dijî vê herêmê bi balefirên şer û helîkopterên kobrayan bombebaran kiriye. Bi bombebaranê ve helîkopterên skorskyan jî xwestiye li Deriyê Zêr daxîne lê rastî berxwedana gerîlayên me hatiye û bi awayeke bandor hatiye lêdan. Pîştî lêdana gerîlayên me helîkopterên nekarîn daxînin naçar mane paş de vekişin, helîkoptereke skorskya ya agir girt jî naçar ma li tûgaya Elkê daxîne. di 7'ê Îlonê de di saet 06.30'an de li dijî herêmên Deriyê Şehîd Elîşêr û Deriyê Zêr bi balefirên şer hatiye bombekirin. Piştî bombebaranê li dijî yekîneyeke dijmin ê xwestiye xwe bigihîjîne herêmê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Li dijî yekîneya pêşeng a dijmin ku ji 15 kesan pêk tê ji aliyê gerîlayên me ve li herêma zozanên Laleşînê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 13 leşker hatine kuştin 2 leşker jî birîndar bûne.

Artêşa dagirker a tirk ê li dijî vê herêmê bi dijwarî bombebaran dike, pênç caran bi helîkopterên skorskyan hatine herêmê, kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistine. Operasyona li Katoyan hatiye lidarxistin de dijmin nekare pêş de biçe, leşkerên dijmin di encama lêdanên bi bandor ên gerîlayên me de bê ku bikeve Katoyan naçar maye paş de vekişe. Li herêmê hîn jî cîh cîh pevçûn berdewam dikin.

Di encama pevçûnên sê rojan de 7 rêhevalê me gihîştiye şahadetê. Em ê nasnameyên rêhevalên xwe yê gihîştine şahadetê dema hate zelalkirin ji gelê xwe û raya giştî re ragihînin.

Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî de gerîlayên me yê çalakiyên xwe yê li navenda navçeya Elkê jî berdewam dikin. Di 7'ê îlonê de di saet 20.30'an de li dijî avahiya cendermeyan çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama lêdana bi bandor a hemû avahiyan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

Gerîlayên me herweha di çaçoveya tevgerê de di 7'ê Îlonê de di navbera saet 17.00-18.00'an de li ser riya Elkê- Şirnexê rê kontrol kirine. Di 40 wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrol kirin û ji gel re di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.

2. Di 6'ê Îlonê de di saet 19.00'an de li navçeya Erxeniya Amedê li dijî Muduriyeta Şûbeya Trafîkê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de kozika nobedariyê hatiye rûxandin, 2 polîsê di kozikê de jî hatiye kuştin.

3. Di 6'ê Îlonê de di saet 20.00'an de li navçeya Gevera Colemergê gerîlayên me yê li bajaroka Xirwatayê diçûn wezîfeyekê ji aliyê cerdewanên nobedariya avahiya qereqolekê digirtin, xwestine bixînin kemîne û di encama vê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de cerdewanek hatiye kuştin, cerdewanek jî birîndar bûye.

4. Di 7'ê Îlonê de di navbera saet 09.00-18.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê û di navbera herêma Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di kontrolên rê ya asayî de nasname hatiye kontrolkirin û ji gel re jî di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.

5. Di 7'ê Îlonê de di saet 12.00'an de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê li dijî herêmê Bawanê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.

6. Di 7'ê îlonê de di saet 17.00'an de li navenda Dersimê li dijî herêmên Rojdere û Mirik de ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranê de şewata daristanan a li herêmê hîn jî berdewam dike.

7. Di 2'ê îlonê de Serokê AKP'ê yê bajarê Colemergê Abdulmecîd Tarhan ê ji aliyê gerîlayên me ve hatibû binçavkirin, pişt re hatiye girtin.

8 Îlon 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê