HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. . Di 15’ê Cotmehê de di navbera saet 04.00-05.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Neqeba Çinar, Gundên Dê û Şetanûs, Geliyê Notê, sêgoşeya Avaşîn û Basya ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşeke havan, obus û topan hatiye lidarxistin.

 

2. Di 14’ê Cotmehê de di navbera saet 19.00-20.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Neqeba Çinar, Gundên Dê û Şetanûs, Geliyê Notê, sêgoşeya Avaşîn û Basya ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşeke havan, obus û topan hatiye lidarxistin.

3. Di 13’ê Cotmehê de di saet 19.00’an de li navçeya Amedê Çinarê li dijî lojmanên sûbayan ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê riya Amed-Mêrdîn û Çinar-Êlih ji aliyê artêşa dagirker ve li çûyin û hatinê hatiye girtin. Herweha li derdora cihê çalakiyê li ser mala de hatiye girtin.

4. Di meha Cotmehê de li dijî Herêmên Parastina Medya di encama êrîşa hewayî ya artêşa dagirker a tirk de hevalê Rûbar gihîştiye şahadetê.

Rubar Welat - Ali Emiri

Nasnav: Rûbar Welat
Nav û paşnav: Alî Emîrî
Sal û cîhê jidayikbûnê:  1990 / Colemerg
Navê dayik û bav: Necibe - Mahmut
Sal û cîhê tevlêbûnê: 2010 / Colemerg
Dîrok û cîhê şahadetê:: Cotmeh 2011 / Herêmên Parastina Medya

5. Ji 13’ê Cotmehê û vir ve li navçeya Dersim Pulurê li dijî herêmên Kaxperi, Bîlgeç, Newala Emîrganê, Girê Cumhuriyetê û sêgoşeya Delîla ji aliyê artêşa dagirker a tirk ji aliyê yekîneyên veşartî kemîn tên avêtin.

15 Cotmeh 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê