Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 13’ê Cotmehê de di saet 17.30’an de di navbera Îdirê û navçeya Agirî Bazidê de li nêzî Gundê Gevvro li dijî leşkerên dijmin ê ewlekariya gir digire ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 4 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin, du panzêr û wesayiteke akrep a bi zirx hatiye derbekirin.
2. Di 13’ê Cotmehê de di saet 11.00’an de li navçeya Amedê Lîcê li dijî leşkerên qereqola Koxê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê bi helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin.
3. Di 13’ê Cotmehê de di saet 17.00’an de li navçeya Şirnexê Bêşebabê li dijî girê Bêgokê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encamê çalakiyê de 2 leşker ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
4. Fermandariya Sehaya Dersimê destnîşan kir ku tu têkiliya wan bi belavoka lîsteya faîzxuran a di dema dawî de li navenda Dersimê hatiye belavkirin re nîne.
14 Cotmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê