HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 15’ê Cotmehê de di navbera saet 17.00-18.00’an de di navbera Dersim – Erzinganê li herêma Zagê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. Gerîla yê me nêzî 100 wesayitî dane sekinandin û cerdewanên di 26’ê Îlonê de ji aliyê gerîla yê me ve hatibû girtin û dadgeha cerdewan Îsmaîl Gurbuz li beramberî gel hatiye kirin. Gel biryara şensekî dawî dayinê digre û li gor encama biryara gel cerdewan ji aliyê gerîla yê me ve hatiye berdan.

2. Di 15’ê Cotmehê de di saetên seharê de li Dersimê li dijî Derkê û Geliyê Delîler ji aliyê arteşa dagirker a tirk bi daxistinan operasyonek hatiye desptêkirin. Operasyona li herêmên hîn jî berdewam dike.

3. Ev demek eli Dersim’ê li herêmên Emîrgan û Kaxperiyê ji aliyê hin kontrayan bi cîlê gerîla yê me kemîn tê danîn.

4. Di 15’ê Cotmehê de di navbera saet 11.00-15.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Dola Bêtalma, Şehîd Rêzan, Girê Nêriya, Neqeba Sîpan, Girê Kartal û Şehîd Ayhan a bi ser Heftenînê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

5. Di 15’ê Cotmehê de di navbera saet 19.30-21.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Nêrweh a bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encam êrîşê de gundiyek birîndar bûye.

6. Di 14’ê Cotmeh’ê de di navbera saet 20.00-22.00’an de li Sêrtê li dijî Dirîşke, Navserên Şehîd Sarya, Banê Hotê, Navserên Bilbila, Germa û Pira Hesa ku bi ser Garisa ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Herweha di heman şevê ji saet 22.00’an heta 15’ê Cotmehê saet 02.00’an de bi helîkopterên kobrayan heman herêm hatiye bombebarankirin.

7. Ev demek eli navçeya Çelê ya Colemergê ji aliyê leşkerên qereqola Kirkdokuzan li dijî herêmê kemîn tê avêtin. Di 14’ê Cotmehê de bi şev ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek li dijî vê yekîneyê hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye. Di 15’ê Cotmehê di saet 07.00’an de li dijî wesayiteke dijmin a dihate mudaxeleyê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke dijmin hatiye rûxandin lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî vê çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker ve li dijî herêma çalakiyê û Geliyê Feqîra operaysonek hatiye lidarxistin. Li dijî leşkerê dijmin ê derketiye operasyonê de ji aliyê gerîla yê me ve çalakiya siyemîn hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî 3 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin gelek leşker jî birîndar bûye. Di heman rojê di saetên êvarî de ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî vê çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobra herêmê bombebaran dike herweha êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

8. Di 12’ê Cotmehê de li Şirnexê li dijî Geliyê Gilindir, Geliyê Zengilê û navserên Kasapxanê ji aliyê artêşa dagirker bi helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin. Yekîneyên wê yê veşartî yên li navserên Şehîd Adil û Kûça Keçê diman paş de vekişiyane.

9. Di 12’ê Cotmehê de di saet 16.30’an de li navçeya Hawêl (Baykan) a bi ser Sêrtê ve li nêzî gunê Mezrê, ji bo hişyarkirina kesên daristan dibirîn, cerdewanan li ser gerîla yê me komployek gerandin û di navbera gerîla yê me û cerdewanan de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 gerîla yê me bi lehengî li berxwe dane û gihîştine şahadetê. Herweha du cerdewan jî ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin.

Nasname yên gerîla yê me yê şehîd ketine;

Berxwedan Herekol - Abdullah Şavli

Nasnav: Berxwedan Herekol
Nav û Paşnav: Abdullah Şavli
Sal û cîhê jidayikbûnê: 1986 – Sêrt
Navê dayik û bav: Hediye – Huseyin
Sal û cîhê tevlêbûnê: 2005 / Sêrt
Dîrok û cîhê şahadetê: 12 Cotmeh 2011 / Hawêl (Baykan), Sêrt

Nasnav: Garzan Sîser
Nav û paşnav: Ferhat Tutuş
Sal û cîhê jidayikbûnê:  1983 / Stenbol
Sal û cîhê tevlêbûnê: 2011 / Stenbol
Dîrok û cîhê şahadetê: 12 Cotmeh 2011 / Hawel (Baykan), Sêrt

10. Di 13’ê Cotmehê de di saet 16.30’an de li navçeya Îskenderûn a bi ser Hatayê li dijî qereqola bajaroka Denîzcîler çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 polîs ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin 3 polîs jî birîndar bûye. Di encama çalakiyê de gerîla yê me yê bi navê Alî Hamza – Osman Uzun bi cangorî şer kiriye û tevlî nava kerwanê şehîdan bûye.

Ali Hamza - Osman Uzun

Nasnav: Ali Hamza
Nav û paşnav: Osman Uzun
Sal û cîhê jidayikbûnê: 1986 – Amed
Navê dayik û bav: Pakize – Ziya
Sal û cîhê tevlêbûnê: 2006 – Îzmîr
Dîrok û cîhê şahadetê: 13 Cotmeh 2011 / Denîzcîler, Îskenderun, Hatay

Hevalê Alî Hamza yê di sala 1986’an de li Amedê jidayikbûye, hîn di temeneke biçûk de rastiya dijmin nasdike û sempatiya wî ya bi tekoşîna azadiyê destpêdike. Di sala 2006’an de dema li Îzmîrê zaningehê dixwîne berê xwe dide çiyayên azad ê Kurdistanê. Hevalê Hemze bi Ozgur Ronî – Derwêş Koşker û bi Heqî - Senar Mete re di heman dewreya perwerdê dibîne. Ji roja tevlêbûna xwe heta roja şehadeta xwe bi kedkarî û evîna zanebûnê li herî pêş bû. Ji bo tola hevalê xwe rabike, herdem dixwest li qadên bakur li dijî neyaran şer bike. Herî dawî di sala 2010’an de derbasî qadên Amanosan dibe li vir bi fedakariyeke mezin tevlê kar dibe. Di çalakiya li dijî qereqolê jî bi cangorî çû ser neyaran û tevlî nava kerwanen nemiran bû.

16 Cotmeh 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê