HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapamenî û raya giştî re!

1. Di roja 14’ê Hezîranê (îro) navbera saet 07.00 û 07.30’an de balefirên bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker ji Herêmên me yên Parastina Medya, li ser herêma Qendîl gerên keşifê pêkanîne. Dîsan di roja 14’ê Hezîranê navbera saet 02.00 û 06.00’an de balefirên bê mirov li ser herêma Zagrosê keşfekî zêde pêkanîne. Weke din di roja 13’ê Hezîranê navbera saet 23.00 û 01.00’an de li ser herêma me ya Zapê, di navbera saet 07.30 û 08.00’an de jî li ser herêma me ya Garê gera balefirên bê mirov keşif pêkanîne.

2. yekîneyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Ore yê girêdayî Colemêrgê û derdora wê, Dola Bedarke, Girê Îsmaîl Axa û Gundî Baki xebatên keşifê didomînin.

14 Hezîran 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê