HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 10’ê Hezîranê navbera saet 13.00 û 22.00’an de balefirên bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker ji Herêmên me yên Parastina Medya herêma Xakûrkê de gerên keşifê pêkanîn. Dîsan di roja 11’ê Hêzîranê navbera saet 12.00 û 14.00’an de tevgera balefirên bê mirov di ser herêma Heftanînê, di navbera saet 08.30 û 12.00’an de li ser herêma Qendîl gerên zêde yên keşifan pêkanîne.

2. Yekîneyên girêdayî artêşa Tirk li herêmên Kato, Norşîn, Bestê, Hêşet yên girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê xebatên kemîndanînê zêde kirine.

3. Di roja 10’ê Hezîranê saet 16.00’an de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve ku li navçeya Pulura Dêrsimê qereqola Bîlgeç ku çêkirina wê didome, wesayitekî ku jêre alav dibirin ji aliyê hêzên me yên gerîla ve bi armanca hişyariyê şewitandin.

12 Hezîran 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê