HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 12’ê îlonê de li navçeya Çewlikê Kanîreşê li dijî Kızılagaç, Geliyê Cehennem, Karê û li gundê derdorê bi tevlêbûna cerdewanê Çirik û Serxane ji aliyê Artêşa TC’ê operasyoneke bi rengê kemîn avêtinê hatiye lidarxistin.  Li herêmê faaliyetên kemîn avêtinê hîn jî berdewam dike.

 

2. Di 13’ê îlonê de (îroj) di navbera saet 00.00-01.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Şehîd Kemal ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

3. Di 12’ê îlonê de di saet 17.00’ande li herêma Kexê ku bi ser Colemergê ye li dijî konvoyeke leşkerî ji bo biranîna gerîla yê me yên li Colemerg û Garisa yê şehîd ketine ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke tolhildanê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de ya ku ji aliyê me hatiye zelalkirin, çawuşeke pispor giran birîndar bûye. Piştî çalakiyê Artêşa TC’ê bi 2 helikopterên kobra û 4 helikopterên skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê dûr xistiye.

14 Îlon 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG