HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 20’ê Mijdarê de di saet 15.00’an de li navçeya Şemdînana Colemergê li dijî Qereqola Giranayê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

2. Di 19’ê Mijdarê de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li gundê Sitilîlê mamoste û mudurê hatibû binçavkirin, ji ber soza nexebitandina di polîtîkayên bişaftinê de serbest hatine berdan.

3. Di 16’ê Mijdarê de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî opersayona li Geliyê Tiyarê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatibû lidarxistin. Di vê operasyonê de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye, di encama vê pevçûnê de 4 rêhevalê me gihîştiye şahadetê.

Nasnameya rêhevalê me yê gihîştiye şahadetê;

Nasnav: Vejin Elih
Nav û paşnav: Muhbet Karaer
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê dayik û bav: Nafiye - İsmet
Dîrok û cihê şahadetê: 16 Mijdar 2012 / Geliyê Tiyarê, Çelê, Colemerg

Nasnav: Ronahi Yekbûn
Nav û paşnav: Derya Tamer
Cihê jidayikbûnê: Dara Hênê, Çewlik
Navê dayik û bav: Pakize - Zeki
Dîrok û cihê şahadetê: 16 Mijdar 2012 / Geliyê Tiyarê, Çelê, Colemerg

Nasnav: Botan Erdal
Nav û paşnav: Cezmi Altınbaş
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Navê dayik û bav: Fihet - Suleyman
Dîrok û cihê şahadetê: 16 Mijdar 2012 / Geliyê Tiyarê, Çelê, Colemerg

Nasnav: Baran Botan
Nav û paşnav: Mustafa Yeni
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Ferah - Mehmet
Dîrok û cihê şahadetê: 16 Mijdar 2012 / Geliyê Tiyarê, Çelê, Colemerg

4. Di 10’ê Mijdarê de di Bazîda Agiriyê piştî çalakiya li Kirê Hallac û Demîrkapiyê pevçûnek qewimîbû û di encama vê pevçûnê de 15 leşkerên dijmin hatibû kuştin, herweha 2 rêhevalê me gihîştibû şahadetê. Me di di derbarê van de daxuyaniyek dabû, nasnameya rêhevaleke me hatibû eşkerekirin, nasnameya rêhevaleke me nehatibû zelalkirin. Nasnameya rêhevalê me yê gihîştibû şahadetê:

Nasnav: Rohat Armin
Nav û paşnav: Hasan Denktaş
Cihê jidayikbûnê: Pirsûs, Riha
Navê dayik û bav: Fikriye - Mustafa
Dîrok û cihê şahadetê: 10 Mijdar 2012 / Bazîd, Agirî

21 Mijdar 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê