ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 1’ê Tîrmehê navbera saet 09.00 û 13.30’an de balafirên bê mirov ên artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medya, herêma Avaşîn gerên keşfê pêk anîne. Dîsa di heman rojê de navbera saet 09.00 û 13.30’an de balafirên bê mirov yên Keşfê li ser Zapê re û di roja 1’ê Tîrmehê navbera saet 06.00’an û 2’ê Tîrmehê saet 06.00’an de li ser herêma Zagrosê gerên zêde yên keşfê pêk anîne.
2. Di roja 1’ê Tîrmehê di saet 15.30’an de li ser xetên sînor ên navçeyên Colemêrgê Çelê û Şemzînan balafirên şer ên artêşa TC a dagirker Tirk, firiyane. Wekî din ev demeke ku Geliyê Esendere a girêdayî bajaroka Esenderya Colemêrgê artêşa TC Adagirker xebatên kemîndanînê didomîne. Her wiha Ji roja 30’ê Hezîranê û vir de li vê herêmê helîkopterên tîpê Skorsky û kobra digerin û wekî din jî gerên zêde yên balafirên bê mirov yên keşfê didomin.
2 Tîrmeh 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê