ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 25’ê hezîranê de di navbera saet 10.00 û 15.00’an de û bi şev jî di navbera 21.00 û 02.30’an de bi balafirên şer yên artêşa TC a dagirker li ser herêma me Zap ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya keşf kiriye. her wiha ji roja 24’ê Hezîranê û vir de li navçeya Şemzînana Colemêrgê û xeta sînor ya Qadên Parastina Medya keşf pêk aniye. Di roja 25’ê hezîranê de saet di navbera 07.00 û 14.30’ân de li ser qadên Parastina Medya herêma Avaşîn keşf hatiye pêk anîn. Dîsa di roja 25’ê hezîranê de saet di navbera 07.00 û 10.00’an de balafirên şer yên artêşa TC a dagirker li herêma me Xakurkê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya keşf pêk aniye.
2. Di 26’ê Hezîranê de saet di navbera 00.00 û 06.00’an de balefirên Keşfê ên bê mirov yên artêşa TC a dagirker li herêma me Zagrosê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya keşf hatiye pêk anîn. Her wiha li gundê More ya navçeya Şemzînana Colemêrgê li girê Zevkan û Şerkan hinek grupên girêdayî artêşa TC a dagirker keşf hatiye kirin. Van hêzan li vir raste rast erazî gulebaran kirine û saet li dora 16.00’an vekişiyane.
3. Di roja 24’ê Hezîranê de saet di navbera 11.30 û 12.30’an de balafirên şer yên artêşa TC a dagirker li herêma me Metîna ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya keşf pêk anîne. Dîsa di heman rojê de saet di navbera 13:00 û 14:40’an de li herêma Metîna bi balefirên keşf ên bê mirov hatiye kirin.
4. Ji roja 24’ê hezîranê û heta îro li herêma Şehîd Brusk a Amedê helîkopterên tîpa kobra û skorsky keşf hatiye kirin. Disa di 25’ê Hezîranê de li herêma Şehîd Piran a navçeya Genç a Çewlîkê keşf hatiye kirin. Her wiha li Pilemur, Yayladere û Kixi ya Dêrsîmê helîkopterên tîpa kobra balefirên keşf ên bê mirov yên artêşa TC a dagirker gerên keşf li van herêma pêk anîne.
26 Hezîran 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê