Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22'ê Tebaxê de di navbera seet 20.30-21.30'an de di navbera Erzirom û Çewlikê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye birîn. Di encama rawestandina 80'ê wesayitî nasname hatiye kontrolkirin û kesên bi dijmin re hevkariyê dikin hatine hişyar kirin.
2. Di 22'ê Tebaxê de li navçeya Diyadîna Agiriyê Ahmet Merîçê li Gundê Gordê dimîne û bi dijmin re hevkariyê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Lêpirsîna vî şehxsî hîn jî berdewam dike.
3. Di 22'ê Tebaxê de di saet 10.00'an de di navbera navçeya Pîrana Amedê û herêma Şingirikê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di encama çalakiyê de serokê AKP'ê yê berê ya navçeya Sûra Amedê û rêvebirê AKP'ê Hamît Çelîkkanat ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin.
4.Di 22'ê Tebaxê de di navbera saet 14.00-17.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê Alaya Garê ji aliyê gerîlayên me ve bi awayeke bandor hatiye lêdan. Di encama lêdanê de zirareke maddî li Alayê çêbûye, herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
5 . Di 22'ê Tebaxê de di navbera saet 17.00-17.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî girê Alaya Bîlîcanê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê li dijî navserên Garê, Ava Hecibeg û quntarên Karker ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
6. Di 22'ê Tebaxê de di saet 12.45'an de li navçeya Şemzînana Colemergê 120 leşker û 30 cerdewanên yekîneyên bi tevger ên derketibûn operasyonê li dijî vê yekîneyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Li herêmê heta saet 15.00'an ji aliyê helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin û di encama pevçûnên dijwar ên qewimîne 3 gir ketiye destê gerîlayên me herweha 5 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin 6 leşker jî birîndar bûye. Di navbera leşkerên him hatine mudaxeleyê him jî ji bo kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr bixînin û gerîlayên me ve pevçûnên dijwar qewimîne, di encama van pevçûnan de 6 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên mve hatiye kuştin. Dîsa li dijî wesayiteke kîrpî û wesayiteke zirxî a akrep a dihate mudaxeleyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayitên derbe xwariye naçar mane ji herêmê dûr bikevin. Di encama çalakiya li dijî yekîneyeke taybet a ji 18 kesan pêk tê hatiye lidarxistin de 7 leşker hatiye kuştin 6 leşker jî birîndar bûye.
Di encama hemû pevçûn û çalakiyan de bi giştî 18 leşker hatiye kuştin, 12 leşker birîndar bûye. Herweha çekeke melez (HK-33), 2 dûrbîna roj, 6 jarjor, 2 çenteyê leşkerî, 5 guleyên bombeavêj û telefonek ji aliyê me ve hatiye desteserkirin.
Piştî pevçûnan artêşa tirk kuştî û birîndarê xwe di tarîtiya şevê de ji herêmê dûr xistiye, pişt re li dijî herêmê, navserên Ewliya, Gundê Nîrkola û derdora wê, Gundê Salara û Quntarên Gostê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan, obus û helÎkopterên kobrayan tê bombekirin.
7. Di 22'ê Tebaxê de di saet 19.00'an de li navçeya Şaxa Wanê li dijî leşkerên li derdora Qereqola Xawiştê derektine operasyonê ji aliyê gerÎlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin 2 leşker jî birîndar bûye. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
8. Di 22'ê Tebaxê de di navbera saet 07.30-10.00'an de li navbera navçeya Şaxa Wanê û navçeya Berwarî ya Sêrtê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye birîn. Di encama çalakiya 20 wesayit hatin rawestandin de nasname hatin kontrolkirin û keseke bi navê Seyfettîn Saca yê bi dijmin re hevkariyê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin û li pêşberî gel dadgeha wî hatiye kirin. Di encama darîzînê de vî şexsî soza nedubarekirina hevkariya bi dijmin û li ser daxwazên gel serbest hatiye berden.
23 Tebax 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê