HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 17'ê Hezîranê de saet di navbera 06:30 û 09:30 balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Tirk a dagirker li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê gerên keşfê pêkanîne. Di heman rojê saet di navbera 16:00 û 18:00 de balafirên keşfê yên bê mirov li herêma Heftanînê gerên keşfê pêkanîne.

2. Di 18 Hezîranê (îro) saet di navbera 10:05 û 10:30 de balafirên şer yên aîdê artêşa Tirk a dagirker li herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyane.

3. Di 17'ê Hezîranê de saet di navbera 11:00 û 12:00 de artêşa Tirk a dagirker ve li herêmên Şehîd Axîn û Şehîd Rûbar ên navçeya Çewlik Dara Hênê tevgera helîkopterên bi tîpa kobra û balafirên keşfê hatiye jiyîn.

18 Hezîran 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê