HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 22'ê Gulanê de li navçeya Pulura Dersimê li dijî herêmên Koxerî, Delîler, Karaoglan û Bîlgeç ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê di saet 19.30'an de di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmiin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, herweha 3 rêhevalê me jî bi lehengî liberxwedaye û gihîştiye şahadetê.

Nasnameyên hevalênme yê gihîştiye şahadetê:

Zilan - Mercan Sevim

 

Nasnav: Zîlan Rûken
Nasnav: Mercan Sevîm
Sal û cihê jidayikbûnê: 1986 / Sêrt
Navê dayik û bav: Hatûn - Hacî
Sal û cihê tevlêbûnê: 2003 / Sêrt
Dîrok û cihê şahadetê: 22 Gulan 2012 / Pulur, Dersîm

Zîlan Rûken - Mercan Sevîm

Brusk - Hakan Ozbey

Nasnav: Brusk Van
Nav û paşnav: Hakan Ozbey
Sal û cihê jidayikbûnê: 1980 / Wan
Navê dayik û bav: Husniye - Osman
Sal û cihê tevlêbûnê: 2003 / İstanbul
Dîrok û cihê şahadetê: 22 Gulan 2012 / Pulur, Dersîm

Brusk Wan - Hakan Ozbey

 

Nasnav: Leheng Munzur
Nav û paşnav: Onûr Şal
Cihê jidayikbûnê: Dersi
Navê dayik û bav: Çiçek -*Hasan
Navê dayik û bav: 2011 / Dersim
Dîrok û cihê şahadetê: 22 Gulan 2012 / Pulur, Dersîm

Leheng Mûnzûr - Onûr Şal

2. Di 24'ê Gulanê de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Tabûra Serbestan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de guleyeke hewanê li çepereke dijmin ketiye û ev çeper ruxiyaye. Herweha Di vê çalakiyê de 5 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê helîkoptereke kobra xwestiye mudaxeleyî cihê herêmê bike lê ji ber rastî berxwedaniya gerîlayên me hatiye naçar maye paş de vekişe. Cardin bi hewan û obusan derdora cihê çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

3. Ji 22'ê Gulanê û vir ve li Şirnexê li dijî herêmên Rûsor û Navyana Şêxa bi ser Bestayê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk ji aliyê yekîneyên taybet û kontrayan hewldanên keşf û kemîn vedanê hene.

25 Gulan 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê