Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 17’ê Cotmehê de li Dersimê li dijî herêmên Anafatma, Veraniş û Milê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistinan operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
2. Di 16’ê Cotmehê de di saet 07.00’an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şivan e ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin 2 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî Dola Bezenîkê û Girê Keçel êrîşeke hewan û obusan hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di navbera saet 23.00-24.00’an de cardin li dijî Dola Bezenîkê, Neqeba Mêrgeşîş û herêma Şehîd Mervan ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşeke hewan û obusan hatiye lidarxistin.
3. Di 16’ê Cotmehê de di saet 15.20’an de li navçeya Qisle ya bi ser Dersimê ye li dijî Qereqola Dereova ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya kon û kozikê dijmin hatiye hedefkirin, hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Pitşî çalakiyê leşkerên dijmin der û dora xwe bê ser û ber gulebaran kiriye û li dijî herêmê operasyonek daye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
4. Di 16’ê Cotmehê de di saet 17.20’an de li dijî leşkerên Girê Guvenlikê yê bi ser Dersimê ye ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyêk hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de tîmeke taybet ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Pişt re li dijî gir û panzerekê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de panzerek hatiye derbekirin lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
5. Di 15 Cotmehê de di saet 19.00’an de li navçeya Mahsertê ya bi ser Mêrdînê li dijî Muduriyeta Ewlehiyê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
17 Cotmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê