Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 17'ê Gulanê de li navçeya Qilabana Şırnexê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna cerdewanan operasyonek hatiye lidarxistin. Di navbera 17-20'ê Gulanê de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnên dijwar qewimiye. Di 17'ê Gulanê de ji 21.30'an heta 18'ê Gulanê saet 04.30'an li dijî Girên Meymûn, Kuruagaç, Kato Sûlê û herêmên Deriyê Dawetiya ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi dijwarî bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Pîştî bombebaranê artêşa dagirker a tirk ji 3 baskan xwestiye pêş ve biçe. Di 18'ê Gulanê de di danê nîvro de 2 baskan dijmin ên dixwest pêş ve biçe li beramberî berxwedana gerîlayên me naçar maye paş de vekişe. Di vê navberê de li bi helîkoptêrên kobrayan herêm hate bombekirin. Li vir ji aliyê gerîlayên me li dijî yekîneyeke dijmin çalakiyek hate lidarxistin.
Piştî vê çalakiyê artêşa dagirker a tirk careke din bi helîkopterên kobrayan xwestiye herêmê bombebaran bike lê rastî berxwedana balefirkujan hatiye û negihaştiye armanca xwe. Di heman rojê de di saet 18.00'an de li dijî leşkerê dijmin ên li ser Girê Meymûn ji aliyê gerîlayên me ve 9 çalakî hate lidarxistin. Herweha li dijî baskê siyem ên dijmin ku dixwest di navbera girê Meymûn û Sînek de pêş ve biçe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hate lidarxistin. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye. Piştî van çalakiyan li dijî herêma çalakiyan êrîşên hewan, obus, tank û helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.
Di 19'ê Gulanê de saet 08.30'an de li dijî leşkerê dijmin ê li ser Girê Meymûn çalakiyeke din hate lidarxistin. Di 20'ê Gulanê de (îroj) di saet 10.15'an de li dijî Girê Meymûn û dozera xwestiye rê veke ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakî û pevçûnên 3 rojan li vê herêmê qewimiye ji 15'an zêdetir leşker hatiye kuştin, bi giştî ya leşkerên birîndar û kuştÎ 33 ye. Operasyona li vê herêmê hîn jî berdewam dike û cîh cîh jî pevçûn berdewam dike. Di van pevçûnên 3 rojan de gerîlayekî me gihîştiye şahadetê bi gerîlayekî me jî têkilî qut bûye. Agahiyên di derbarê van hevalên me de dema zelal bû wê ji raya giştî re were ragihandin.
20 Gulan 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê