Ji Çapemenî û raya giştî re!
1. Di 8'ê Tîrmehê de di saet 01.00'an de li navçeya Qisleya Dersimê li Zinarên Doganan di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de herî kêm 4 leşker hatiye kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Dijimin kuştî û birîndarê xwe ji herêmê bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.
2. Di 11'ê Tîrmehê de di navbera saet 11.00-12.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Şîvê, Dêrginê û Girê Rûbar ên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
3. Di 6'ê Tîrmehê de operasyona li navçeya Tetwana Bedlîsê destpêkiribû û berfireh dibû de di 10'ê Tîrmehê de di tevahiya şev û di 11'ê Tîrmehê ji saet 09.00'an heta saetên êvarî li navçeya Tetwana Bedlîsê li dijî derdora Gundên Kurkuta û Ezê, Navserên Şehîd Berivan ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û kobrayan hatiye bombekirin. Di 11'ê Tîrmehê de di saet 18.20'an de li navserên Şehîd Berîvanê di navbera gerîlayên me yê YJAStarê û leşkerên dijmin de pevçûk qewimiye. Di encama pevçûnê de herî kêm 3 leşker hatiye kuştin leşkerek jî birîndar bûye.
4. Di 3'ê Tîrmehê de li navçeya Beyşebaba Şirnexê û Şaxa Wanê 4 ajokerê di xebatên leşkerî de alîkariya dijmin dikirin ji aliyê gerîlayên me ve hatibûn binçavkirin. Van kesên lêpirsînên wan bi dawî bûne di 8'ê Tîrmehê de serbest hatine berdan.
5. Di 1'ê Tîrmehê de li navçeya Şaxa Wanê sercerdewanê Gundê Tengê û hevsera wî ya cerdewan Îsmanîl Can û Zumeyra Can bi boneya hevkariya bi dijmin û cerdewanî pêşxistinê ji aliyê gerîlayên me ve hatibûn binçavkirin. Piştî sercerdewan û hevsera wî ya cerdewan sûcên li dijî gelê kurd kirine pejirandin û soza nedubarekirina vî sûcî dan di 9'ê Tîrmehê de serbest hatine berdan.
12 Tîrmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê