HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û raya giştî re!

1. Di 2'ê Tîrmehê de di saet 23.45'an de li navçeya Şîrana Gumuşhaneyê li derdora Încedere di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin Herweha di vê pevçûnê de rêhevalê me Hejar Gever - Adnan Tekîn bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê.

Nasnameya Hevalê me yê şehîd ketiye;

Nasnav: Hejar Zagros
Nav û paşnav: Adnan Tekîn
Nav û paşnav: Gullu - Ziyacan
Cihê jidayikbûnê: Colemerg

 

2. Di 9'ê Tîrmehê de di saet 09.30'an de li Colemergê di navbera navçeyên Colemerg û Şemzînanê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatiye kuştin, wesayiteke zirxî ya akrep jî derbe xwariye. Operasyona di saet 11.00'an de hate berfirehkirn di saet 17.00'an de paş de vekişiyaye.

3. Di 9'ê Tîrmehê de di navbera saet 19.00-20.30'an de li ser riya Dersim-Erzinganê li derdora Tevneşê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatiye rawestîn de nasname hatine kontrolkirin û di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn. Di 10'ê Tîrmehê de heta saet 08.00'an riya girtî maye, ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî Tevneşa bi ser navendê ve û herêmên Hakîs û Hingirvana bi ser Qisleyê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

4. Di 10'ê Tîrmehê de di navbera saet 19.00-20.30'an de li ser riya Dersim-Erzinganê li derdora Kozmerik ji aliyê gerîlayên me yê YJAStarê rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatiye rawestîn de nasname hatine kontrolkirin û di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.Riya heta dotira rojê girtî maye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistinan hatiye vekirin.

5. Ji 9'ê Tîrmehê û vir ve li Dersimê li dijî herêmên Harçik, Rojdere û Kirmizidagê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi navber bi helîkopterên kobrayan tê bombekirin.

6. Di 10'ê Tîrmehê de di saet 21.30'an de li navçeya Lîceya Amedê li dijî Fermandariya Tûgayê û Girê Guvenlikê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

7. Di 10'ê Tîrmehê de di saet 12.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî herêma Oramarê di navbera leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestiye li dijî Girê Şehîd Rehîme operasyonê lidarbixe û gerîlayên me yê YJAStarê pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna 2 saetan berdewam kirî de 8 leşkerên dijmin ji hatiye kuştin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

8. Di 10'ê Tîrmehê de di navbera saet 14.00-15.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundên Mamreşo, Dirê, Erdeweê û Geliyên Erdewê û Konferansê yên bi ser Zagrosê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama bombebaranê de şewata li derdora gundê Erdewê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

9. Di 10'ê Tîrmehê de di navbera saet 13.00-17.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Şikefta Birîndara, Girê Karker û Gundê Bezelê yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

10. Di 10'ê Tîrmehê de di navbera saet 14.00-15.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Geliyê Keşanê û Girê Şehîd Delîla yên bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

11. Di navbera navçeyên Bazîd û Diyadîna Agiriyê li dijî Çiyayê Tendurekê û navçeya Qaxizmana Qersê li herêma Çemçê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi yekîneyên veşartî kemîn tên vedan.

12. Di 6'ê Tîrmehê de di saet 20.30'an de li navçeya Miksa Wanê di navbera yekîneyên kontra û gerîlayên me ve pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna heta saet 00.30'an berdewam kirî de rêhevalê me heta guleya xwe ya dawî li berxwedaye û bombeya xwe di xwe de teqandiye û gihîştiye şahadetê. Di encama vê pevçûna rêheval Dijwar şehîd ketî de 2 çawuşên pispor, 2 cerdewan bi giştî 4 dijmin hate kuştin, çawuşeke pispor jî birîndar bûye.

Nasnameya Hevalê me yê şehîd ketiye;

Nasnav: Dijwar Silopi
Nav û paşnav: Hasan Algor
Navê dayik û bav: Sabre - Huseyin
Cihê Jidayikbûnê: Silopi - Şirnex

 

11 Tîrmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê