HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 23’ê hezîranê de saet di navbera 10.00 û 18.00’an de pasdarên artêşa Îranê xwestine girê Şehîd Laşer ya di navbera herêma Xinêrê û Xakurkê ya girêdayî herêmên parastinê yên Medya bigirin dest. Gerîlayên me li vir li dijî pasdarên Îranê berxwe dane û destur nedane ku gir bigirin. Li vir pevçûn qewimîne. Di van pevçûnan de 2 pasdarên Îranê mirine û doçkaya wan ya 14,5 hatiye îmhakirin.

Hewldanên pasdarên Îranê di 24’ê Hezîranê de berdewam kirine. saet di 09.20’an de li herêma Girê spî xwestine xebatên rê bimeşînin. Lê gerîlayên me li vir bi çekên giran çalakî pêk anîne. Di ecama çalakiyê de dozer hatiye îmhakirin.

Di heman rojê de saet di 10.30’an de li herêma Cerda hêzên Îranê xwestine êrîşê gerîlayên me bikin li vir rastî berxwedana gerîlayên me hatin. di encama berxwedana gerîlayên me de 2 pasdarên îranê mirine. Ji 23’ê hezîranê û heta niha 7 pasdarên Îranê hatine kuştin û gelek pasdar jî birîndarin. Her wiha hêzên rejîma Îranê li dijî herêmên Parastinê yên Medya ji roja 23'ê Hezîranê û heta neha tê bobebaran kirin. Di serî de herêma Şekif, Kelaşîn, girê Şehîd Laşer û herêma Xinêre û gelek herêmên din bi topên obus, hawan û qatuşayan topbaran berdewam dike.

2. Di 24’ê hezîranê de saet di 10.30 û 12.30’an de balafirên şer yên artêşa TC a dagirker li ser qadên parastina Medya li herêma Zap, Garê, Avaşîn û Qendîlê keşf kirine. her wiha di heman rojê de saet di navbera 09.00-09.30’an de li hêma Garê û saet di navbera 15:00 û 19:00’an de li herêma Zapê tevgera balafiran keşfê yên bê mirov hebû.

3. Di roja 23’ê hezîranê de li qada Kuleşî ya herêma Akdag a Amedê yekîneyek veşartî ya girêdayî artêşa TC a dagirker li hember gerîlayên me keşif dane meşandin. Li qadê yekineyên veşarî yên bi armanca operasyonê keşf dikirin ji aliyê gerîlayan me ve hatin ferq kirin û li ser vê pevçûn derketiye. Di encama pevçunê de wendayên artêşa TC hene de lê agahiyên zelal tune. Her wiha di roja 25’ê hezîranê de saat di 07.00'an de 2 helîkopterên bi tîpa Kobra yên aîdê artêşa TC a dagirker li qada Şehîd Sîdar, Şehîd Hamza, Şehîd Êrîş bi awayek nizim firiyane. Û di roja 24'ê Hezîranê Li herêma Şehîd Êrîş ya Amedê bi tevahîya rojê Berdewam kiriye.

4. Ev demke yekineyek kontra li gundê Derwe ya Şehîd Rojhat a Amedê çilên gerîlayên me li xwe dikin camên malên gel yên li derdorê dişkînin û güleyan berdidin hewa. Divê gelê me yên li van derdora li hemberî van grupên kontra bi baldarî hişyar bin.

25 Hezîran 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê