Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 23'ê Gulanê de di saet 14.00'an de li Sêrtê di navbera navçeya Berwariyê û bajaroka Osyana de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de kamyoneke ji qereqola Osyan re erzak dikişîne hatiye rawestandin û tevî erzaqê tê de hatiye şewitandin. Piştî çalakiyê dijmin bi 2 wesayitên cerdewan tê de xwestiye mudaxeleyî cihê bûyerê bike. Ji ber yên di wesayitên de cerdewanin gerîlayê me çalakî lidarnexistiye. Di demên dawî de artêşa dagirker a tirk bi zanebûn ji bo gerîlayên me û cerdewanan bera hev de cerdewanan di operasyonan de didin pêş.
2. Di 22'ê Gulanê de di saet 09.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerên li Girê Meymûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin.
3. Ji 20'ê Gulanê û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê li naveçaya Colemerga Çelê li dijî herêmên Cîlo û Ertûş ên bi ser Zapêne û li bajaroka Derelokâ Amediyê li dijî herêma Çiyareş a bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
4. Di 17'ê Gulanê de li ser xeta sînor li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî Girê Meymûn, Girê Sînek û herêma Kuruagaçê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatibû lidarxistin. Di çerçoveya vê operasyonê de heta 23'ê Gûlanê ji aliyê gerîlayên me ve hin rêze çalakî hatibû lidarxistin û di van çalakiyan de 20 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatibûn kuştin bi dehan leşker jî birîndar bibû. Herweha di van çalakî û pevçûnan de 3 gerîlayê me gihîştibûn şahadetê. Me di derbarê van de agahî dabû raya giştî. Nasnameya 3 gerîlayên meyê gihîştine şahadetê;
Nasnav: Welat Garzan |
Welat Elbîstan - Mûsa Bostan
Nasnav: Dersîm Agirî |
Dersîm Agirî - Lokman Îbrahî Huseyin
|
Nasnav: Baran Berxwedan |
5. Di 19'ê Gulanê de di saet 21.30'an de li navçeya Darahênê ya Çewlikê di navbera herêmên Reşgul û Deştê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin ên derektibûn operasyonê pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di vê pevçûnê de gerîlayê me yê bi navê Rizgar Brûsk - Ramazan Ceylan bi lehengî liberxwedaye û gihîştiye şahadetê.
Nasnav: Rizgar Brûsk Nav û Paşnav: Ramazan Ceylan Sal û cihê tevlêbûnê: 1988 / Amed Navê dayik û bav: Ferîde - Abdûllah Sal û cihê tevlêbûnê: Amed Dîrok û cihê şahadetê: 19 Gulan 2012 / Dara Hênê - Çewlik |
24 Gulan 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê