ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 28’ê Tebaxê de seat di navbera 05.00 û 12.00’an de balafirên bê mirov yên keşfê ên artêşa Tirk a dagirker Li Herêmên Parastinê yên Medya li ser herêma Zagrosê keşf pêk anîne.
- Di 28’ê Tebaxê de saet di navbera 09.00 û 12.00’an de û di navbera 16.00 û 21.00’ê de balafirên bêmirov yên keşfê ên artêşa Tirk a dagirker Li Herêmên Parastinê yên Medya li ser herêma Zapê keşf kirine. dîsa heman rojê de saet di navbera 21.00 û 22.00’an de li ser herêma Zapê balafirên şer geriyane.
- Di 28’ê Tebaxê de di navbera saet 23.00 û 02.00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Li Herêmên Parastinê yên li ser herêma Haftenînê geriyane. Di 29’ê Tebaxê de jî saet di navbera 01.00-02.00’an de balafirên bêmirov yên keşfê ên artêşa Tirk a dagirker li ser heman herêmê keşf hatine kirin.
2. Di 29’ê Tebaxê de saet di 08.00’an de artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Skorsky ji bo bendava navçeya Farqîn a Amedê sewqiyata leşkerî pêk anî û heta niha didome.
- Di 28’ê Tebaxê de saet di navbera 16.30 û 21.00’an de balafirên bêmirov yên keşfê ên artêşa Tirk a dagirker li herêma Dokuzkayalar û Barava a Dêrsîmê keşf kirine.
- Di 28’ê Tebaxê de saet di navbera 07.00-08.00'an de balafirên bêmirov yên keşfê ên artêşa Tirk a dagirker li herêmên Karabege û Kevirbege yên Erdîş a Wanê keşf hatine kirin.
3. Di 27’ê Tebaxê de helikobterên bi tipa skorsky yên artêşa Tirk a dagirker li herêmên Geliyê Haco û Xafa Sor yên girêdayî Qaqizmana Qersê li ser şehîdgehê bi mebesta keşfê keşif pêk anîne. Hêzên me yên gerîla li ser vê gule berdana helîkopteran û ew ji qadê dûr xistine.
29 Tebax 2014
Navenda çapemenî û Ragahandinê-HPG