HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 23'ê Îlonê saet di navbera 21:00 û 22:00 de, li herêma di navbera gundên Sinûnê û Dîgora yên Şengalê de, li dijî çeteyên hewl didan kemînê deynin, ji aliyê gerîlayên meve çalakiyek hatiye lidar xistin. Di encama çalakiyê de 4 çeteyên Daiş hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn. Gerîlayên me her wiha di heman rojê de saet di 21:30 de li ser rêya tirba Mehemedê Reş ê li gundê Qandîla Şengalê, li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiya sabotajê kirine. Di çalakiya li vir de jî 2 çete hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne.

2. Tevgera zêde ya balafirên şer û yên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastina Medya û Bakurê Kurdistanê didome.

Li gor wê:

- Di 23’ê Îlonê saet di navbera 18.00 heta 24’ê Îlonê saet 05:00 li ser herêma Xakurkê tevgera balafirên bêmirov çêbûye.

- Ji 22’ê Îlonê heta niha li ser herêma Avaşîn balafirên bêmirov geriyane. Her wiha saet di navbera 20.00’an 21.00’an de li ser heman herêmê tevgera balafirên şer pêk hatiye.

- 23’ê Îlonê saet di navbera 19.30 û 20.00’an de li ser herêma Zagros tevgera balafirên bêmirov û li heman herêmê di saetên danê sibehê de tevgera helîkopterên skorsky çêbûye.

- Dîsa di 23’ê Îlonê de saet di navbera 19.30 û 00.30’an de li ser herêma Zapê tevgera balafirên bêmirov û saet di navbera 20.30 û 21.30’an de tevgera balafirên şer çêbûye.

- Di 23’ê Îlonê saet di navbera 14.30 û 00.00’an de li herêma Heftanîn balafirên bêmirov û li ser xeta Qilabanê sewqiyata leşkerî çêbûye û dîsa helîkopterên Skorsky tevgeriyane.

- Di 23’ê Îlonê saet di navbera 11.00 û 13.30’an de û dîsa saet di navbera 19.00 û 00.30’an de li herêma Garê tevgera balafirên bêmirov û saet di navbera 19.30 û 20.30’an de tevgera balfirên şer pêk hatiye.

- Di 23’ê Îlonê saet di navbera 10.00 û 12.00’an de li ser herêma Metîna balafirên bêmirov geriyane.

- Di 24’ê Îlonê (îro) saet di navbera 00.00 û 01.00’an de di navbera navçeyên Stewrê û Şemrexê yên Mêrdînê de balafirên bêmirov geriyane.

- Dİ 23’ê Îlonê saet di navbera 15.00 û 15.00’an de li ser Eyaleta Amedê tevgera balafirên bê mirov yên keşfê çêbûye û li herêma Şehîd Brûsk jî balafirên şer geriyane.

3. Ev hefteyeke li gundê Mîgrako û Kolosîk ên girêda yî navçeya Dêrxas a Mûşê komeke kontra ku kincên gerîla li xwe dikin li van gundan xebatên kemîndanînê dikin. Dîsa li derdora gundên Berîk, Kotmer, Mehyan û Tîrmal ên girêdayî navçeya Gimgima Mûşê xebatên kemîndanînê pêk anîne. Dîsa ji bo qereqolên vê herêmê bi awayekî zêde sewqiyata leşkerî pêk tê.

4. Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya navçeya Pîran a Amedê çend rojin bi awayekî zêde di nav xebatên kemîndanînê de ye. Her weha di 23’ê Îlonê de li navçeya Licê ya Amedê ji bo Qereqola Korxe gelek sewqiyata leşkerî çêbûye.

5. Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji bo Qereqola Reşadiye sewqiyateke zêde ya leşkerî pêk aniye. Her weha di 22’ê Îlonê de artêşa Tirk li herêma Çiyagewrê ya girêdayî navçeya Xinis a Erziromê bi karwanekî ji 30 wesayîtên zirxî operasyonek daye destpêkirin. Operasyon heman rojê danê êvarê bê encam vekişiyaye.

24 Îlon 2014

Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG