HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 22'ê Tebaxê de li navçeya Hezexa Mêrdînê li dijî qereqola Kîwaxê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê li dijî derdora qereqolê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan, obus û tankan hatiye bombekirin. Pişt re kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.

2. Li xeta Gever û Şemzînana Colemergê serdestiya gerîlayên me berdewam dike. Di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya gerîlayên me di 23'ê Tebaxê de li navenda Şemzînanê dabû destpêkirin li dijî hin qereqolên li derdora navenda navçeya Şemzînanê hin çalakî hatine lidarxistin. Berfirehiyên van çalakiyan bi vî rengî ne;

Di 23'ê Tebaxê de di saet 20.30'an de li navçeya Şemzînanê gerîlayên me yê çalakî lidarxistine, baskê yekemîn li dijî qeymeqamtî, lojmanên polîsên tevgera taybet û baregehên ewlekariya van avahiyan dike çalakî lidarxistine, di encma vê çalakiyê de 3 çeper hatiye rûxandin 9 tîmên taybet jî hatiye kuştin. Baskê duyemîn ê gerîlayên me jî li dijî Alaya Şemzînanê, Girê ewlekariya Alayê digirin çalakî lidarxisitine. Di encama vê çalakiyê de çepera topa hawanê tê de hatiye rûxandin 6 leşker jî hatiye kuştin. Di vê çalakiyê de him li alayê him jî li giran şewat derketiye. Yekîneya gerîlayên me ya siyemîn jî li dijî nuqteya polîsan a ewlekariya rê digirtin çalakî lidarxistine. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî ya akrep hatiye rûxandin 6 leşker jî ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Yekîneyeke me ya din jî li nêzî Gundê Şapatayê li ser riya Gever û Şemzînanê rê û nasname kontrol kirine. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî Girê Gumokê, Gundên Çele û Karê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

Hejmara wendahiyê gerîlayên me yê di vê çalakiyê de yên di çapemeniya tirkan de tê dayîn dûrî rastiyêye. Di encama çalakiyên li navenda Şemzînanê hatine lidarxistin de 2 rêhevalên me gihîştiye şahadetê;

Nasnav: Cemşîd Amed
Nav û paşnav: Murad Çapa
Navê dayik û bav: Nesrîn - Sabah
Cihê jidayikbûnê: Çinar, Amed
Dîrok û cihê şahadetê: 23 Tebaxê 2012 / Şemzinan, Colemerg

 

Nasnav: Akîf Avrîn
Nav û paşnav: Firuz Brukimadlu
Navê dayik û bav: Sara - Xasruf
Cihê jidayikbûnê: Xoy, Rojhilatê Kurdistanê
Dîrok û cihê şahadetê: 23 Tebaxê 2012 / Şemzinan, Colemerg

Di 23'ê Tebaxê de di navbera saet 06.00-18.30'an de li dijî Alaya Garê ji aliyê gerîlayên me ve 3 çalakî hatine lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 wesayit derbe xwariye, hejmara kuştî û birîndarê dijminm jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

Di 23'ê Tebaxê de di saet 12.00'an de li navçeya Şemzînanê li dijî Girê Gumokê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin.

Di 23'ê Tebaxê de di navbera saet 21.00-23.00'an de di encama çalakiya li dijî Fermandariya Tûgaya Şemzînanê hate lidarxistin de hemû hedef bi awayeke bandor hatiye lêdan, lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin derdora tûgayê bi hewan û obusan bombebaran kiriye.

Di 24'ê Tebaxê de (îroj) di saet 05.00'an de li dijî girê ewlekariya Alaya Şemzînanê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 6 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin.

Artêşa dagirker a tirk a li gelek herêma serdestiya xwe wendakiriye li dijî gelek herêman bomberan lidarxistiye. Di 23'ê Tebaxê de di navbera saet 10.00-11.00'an dîsa di navbera saet 22.00-23.00'an de li dijî Ava Hecibeg û Geliyê Nîrkola, Girê Garê û Genîştepe ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşên hewayî hatine lidarxistin. Dijmin herweha doh di tevahiya şev de li dijî Gundên Genîş û Meleyan bi hewan û obusan bombebarankiriye. Di encama bombebaranê de gelek rez û zeviyên gundiyan zirar dîtiye.

Operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk di 18'ê Tebaxê de li dijî Geliyê Doskî, Glord û Girê Çetan dabû destpêkirin di 23'ê tebaxê piştî nîvro paş ve vekişiyaye.

3. Di 23'ê Tebaxê de di saet 09.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li nêzî Girê Çetan li dijî helîkoptereke skorsky a artêşa dagirker a tirk li herêmê derketibû operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de helîkopter bê karibe li herêmê dakeve naçar maye paş de vekişiyaye.

4. Di 23'ê Tebaxê de di saet 20.50'an de li navçeya Mazgira Dersimê li nêzî Gundê Mîxonde di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Operasyona dijmin a li herêmê hîn jî berdewam dike.

5. Di 23'ê Tebaxê de di navbera saet 12.00-20.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarokê Şeladizê li dijî herêma Çiyareş û Girê Cigerxwîn ê bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin. Di encama bombebaranê de şewata daristana ya li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

24 Tebax 2012

Navenda Çapemenî -Ragihandin a HPG'ê