HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!
1. Artêşa TC a dagirker li herêma Gerdiya ya navçeya Colemêrg Şemzînanê, qereqola ev demeke li gundê Sinine ji nû ve tê çêkirin. Di 26'ê Nîsanê saet di 15:00 û 16:00 de artêşa TC a dagirker ji herêma qereqol lê tê çêkirin bi çekên giran êrîşî Girê Siro, Girê Goste û herêma Hacibegê kiriye. Hêzên me yên gerîla bersiv dane vê êrîşê. Li ser vê yekê şerekî ji çekên giran rû daye. Di vî şerî de hêzên me yên gerîla ti windahî nedane, lê belê windahiyên dijmin nehatine zelalkirin. Li dû vê pevçûnê saet di navbera 17:00 û 18:00 de helîkopterên bi tîpa kobra yên artêşa TC a dagirker Girê Siro, Girê Goste û herêma Hacibeg ji nû ve bombebaran kirine.
2. Di 26'ê Nîsanê saet di navbera 14:30 û 16:30 de balafirên keşfê yên bê mirov ên girêdayî artêşa dagirker a TC li ser Herêmên Parastinê yên Medya herêma Zagrosê firînên keşfê pêk anîne. Di heman rojê de saet di navbera 08:00 û 09:00 û saet di navbera 14:30 û 16:30 de balafirên keşfê yên bê mirov li ser Herêmên Parastinê yên Medya herêma me Zapê gerîyane. Di 27'ê Nîsanê saet di 07:00 de li ser Herêmên Parastinê yên Medya li herêma Heftanînê balafirên keşfê geriyane û ev tevger hînê dewam dike.
27 Nîsan 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê