HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û raya giştî re!

1. Di 29'ê Tîrmehê de di saet 05.30'an de li navçeya Şemzînanê li dijî leşerên artêşa dagirker a tirk ên dixwestin derkevin çiyayê Gûmanê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerê dijmin hatiye kuştin leşkerek jî birîndar bûye. Herweha di navbera saet 06.00-20.30'an de di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker ên tirk de gelek caran pevçûnên dijwar qewimiye. Di saet 16.30'an de li dijî helîkoptereke skorkyan a dixwest hêzên xwe paş de vekişîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de skorsky derbe xwariye, agir girtiye û piştî demekê ketiye xwarê. Cardin du helîkopterên skorskyan ên dixwestin ji Tûgaya Şemzînanê derkeve rastî berxwedana gerîlayên me hatiye û naçar maye paş ve vekişe. Di tevahiya rojê de artêşa tirk a nekarî berxwedana gerîlayên bişkîne, li dijî vê herêmê him bi balefirên şer him jî bi hewan û obusan bi dijwarî bombebaradiye. Di encama pevçûnên di tevahiya rojê de qewimiye bi giştî 49 leşkerên tirk hatiye kuştin, gelek leşkerên wan jî birîndar bûne. Heta êvarî artêşa tirk ji bo hêzên xwe ji herêmê vekişîne bi dehan helîkopterên skorsky aniye herêmê. Tevger û serweriya gerîlayên me li herêmê hîn jî berdewam dike.

2. Di 29'ê Tîrmehê de ji saet 20.00'an heta 30'ê Tîrmehê (îro) saet 06.00'an bi navber li dijî Girê Gumokê, Girê Gost, Genîştepe, Ava Hecîbeg û Gundê Nîrkolayê him bi balefirênşer him jî bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

3. Di 29'ê Tîrmehê de di navbera saet 11.00-12.00'an û 16.00-17.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Alaya Garê ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin li gel vê di alayê de zirara meddî çêbûye.

4. Di 29'ê Tîrmehê de ji saet 18.00'an heta 30'ê Tîrmehê ber destê sibê bi navber li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Girê Konserve, Girê Karker û Genîştepe ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

5. Di 28'ê Tîrmehê de di saet 15.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî qereqolên Girana û Rûbarokê ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de kamelya wesayiteke kîrpî hatiye derbekirin, li qereqolê jî zirara maddî çêbûye.

6. Di 29'ê Tîrmehê de di saet 06.00'an de li navçeya Pulemura Dersimê di navbera leşkerên artêşa dagirker a tirk ên ji qereqola Kirmizikopruyê derketine operasyonê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatiye kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûnê artêşa tirk derdora xwe bê ser û ber gulebarana kiriye û bi hewan û obusan jî bombebaran kiriye.

7. Di 24'ê Tîrmehê de helîkoptera li navçeya Şemzînan'a Colemergê hatibû derbekirin piştî demekê di navbera Gundên Samara û Beyganzê de ketiye xwarê.

30 Tîrmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê