Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 30'ê Tîrmehê de di saet 16.30'an de li navçeya Şemzînana Colermergê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestiyê ber bi Neqeba Nîrkola û Neqeba Masîro ve biçe ji aliyê gerîlayên me ve du çalakî hatine lidarxistin. Di encama pevçûnên dijwar ên heta saet 19.30'an berdewam kirî de li Neqeba Nîrkolaya Jorîn 15 leşkerî dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin, 8 leşker jî birîndar bûye. Di encama pevçûnên li Neqeba Masîro jî hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyan artêşa dagirker a tirk herêm bombebarankiriye, kuştî û birîndarê xwe jî bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye. Herweha artêşa dagirker a tirk hêzên xwe naçar maye gavekê paş de vekişîne.
2. Di 30'ê Tîrmehê de ji saet 20.00'an heta 31'ê Tîrmehê saet 04.00'an li navçeya Şemzînanê li dijî Girê Gostê, derdora Hecîbegê Gundê Nîrkola, Gundê Ranyapîrê, Genîştepe û Girê Masîroyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi dehan balefirên şer cardin bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Herweha ji 29'ê Tîrmehê û vir ve riya Şemzînan-Gerdiyayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li çûn û hatinê hatiye girtin.
3. Di 30'ê Tîrmehê de di navbera saet 12.00-16.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Çiyayê Govendê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
4. Di 30'ê Tîrmehê de di saet 11.30'an de li navçeya Gevera Colemergê du helîkopterên skorskyê xwestiye ber bi Şitaza û Oramarê ve biçe lê rastî berxwedaniya gerîlayê me hatiye û naçar maye paş de vekişe. Piştî demekê helîkopterên skorskyan ên vê carê bi piştgiriya helîkopterên kobrayan xwestine biçin Şitazan û Oramarê cardin gerîlayên me rê nedan wan û naçar man cardin paş ve vekişin.
5. Di 30'ê Tîrmehê de di saet 23.00'an de li navçeya Gevera Colemergê riya Şitaza û Oramarê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye birîn. Herweha pira di navbera Şitaza û Oramarê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî hêrêmê êrîşên hewan û obusan hatiye lidarxistin.
31 Tîrmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê