ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 5’ê Îlonê de saet 17.00’an li hemberî çeteyên DAIŞ ên di Gazînoya Qesra Şemdîn a di ketina Şengalê de ye bi cih bûne ji aliyê gerîlayên me ve du çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Di encama sûîqestan de 2 çeteyên DAIŞ hatin kuştin. Piştî çalakiyê hêzên DAIŞ ên xwestin mudaxele bikin rastî bersivek tund a Hêzên me hatine, di encamê de jî gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin. Lê der barê birîndar û kuştiyan de agahiyên zelal bi dest neketin.
2. Di 5’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker bi 4 wesayîtan leşker birin Girê Mamreş ê girêdayî Şemzînana Colemêrgê. heman rojê saet di navbera 15.00 û 17.30’an de li herêmê keşif pêk anî. Di dema keşifê de leşkeran gule berdan ser gundiyên ku bazirganiya sînor dikin. Di encama gulebaranê de 2 gundî birîndar bûn.
- Di navbera 5’ê Îlonê saet 21.00 û 6’ê Tebaxê (îro) heta saet 04.00’ê sibehê li Heftanîn, 5’ê Îlonê saet di navbera 07.00 û 12.00’an û piştî nîvro saet di navbera 14.00 û 15.30’an û dîsa danê êvarî saet 18.00’an heta 02.00’ê şevê li Zapê, 5’ê Îlonê saet di navbera 13.00 û 15.00’an li Garê, 4’ê Îlonê di navbera saet 17.00 heta 07.00’ê sibehê li herêma Xakurkê balafirên bêmirov keşif pêk anîne. Li herêma Xakurkê 5’ê Îlonê saet 20.20’an heta 22.00’an li ser xeta sînor balafirên şer geriyane.
6 Îlon 2014
Navenda çapemenî û Ragahandinê-HPG