HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Roja 7'ê Îlonê danê sibê saet di 09.00 de li herêma Geliyê Şilo yê ser bi Şengalê ji aliyê gerîlayên me ve li dijî komeke çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek lidar xistin. li dijî çeteyên DAIŞ'ê du çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Her weha gerîlayan me li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên dema dixwestin bikevin herêma Geliyê Birînê yê Şengalê çalakiyek din li darxist. Di vê çalakiyê de jî çeteyek Daiş hat kuştin.

2. Di navbera 6’ê Îlonê saet 20.00 û 7’ê Îlonê (îro) saet 05.00’an de û dîsa 7’ê Îlonê saet ji 07.00’an û heta neha li ser herêma Avaşîn a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya, dîsa di navbera 6’ê Îlonê saet 21.00 û 7’ê Îlonê saet 01.00’an de li herêma Zapê, di navbera 6’ê Îlonê saet 07.00 û saet 20.00 û 18.00’an heta 7’ê Îlonê saet, 06.00'an balafirên bêmirov li herêma Heftanîn keşif pêk anîne.

3. Artêşa Tirk 6’ê Îlonê agir berdaye bejahiya gundê Heşbera Mezin, Şeşmalan, Sêgamergê yên girêdayî Darahênê ya Çewlikê û şewata li herêmê hîn didome. Her wiha 6’ê Îlonê ji danê sibehê heta êvarê li herêmên başûrê Mûşê û herêmên ‘Şehîd Kendal, Apê Musa, Şehîd Serxwebûn û Şehîd Brusk’ ên girêdayî Amedê balafirên keşfê geriyane.

7 Îlon 2014

Navenda çapemenî û Ragahandinê-HPG