ji çapemenî û raya giştî re!
Pêngava Azadkirina Şengalê ya hêzên me yên berxwedanê dewam dike. Li gor wê:
1. 14’ê Sibatê saet di navbera 16.30 û 17.00’an de li derdora Taxa Minare hêzên me yên Gerîla komeke çete ferq kirine û bi çekên ferdî li wan dane. Ji wan çeteyan 3 mirine û du çete jî birîndar bûne. Navê çeteyekî Ebî Tayyîp e.
2. 15’ê Sibatê îro saet 09.00’an li derdora Taxa Sûka Jêr ji aliyê Gerîlayên me ve hin rêzeçalakiyên sûîqestê pêk hatine. Di encama wan çalakiyan de 2 çete hatine kuştin, çeteyek birîndar bûye.
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a dewam dike. Li gor wê:
3. Di 13'ê Sibatê de ji bo Qereqola Tepê Çete ya di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ye, ku li nava sînorên qada Heftanînê ya Herêmên me yên Parastina Medyayê ye, leşker hatine veguhastin. Di 14'ê Sibatê de jî saet di 07:00 de leşkerên ji Qereqola Tepê Çete derketin, kemîn danîn derdorê.
4. Di 14'ê Sibatê saet di navbera 23:00 - 00:00 de li ser herêma me ya Zapê ya Herêmên me yên Parastina Medyayê ye, balafirên keşfê yên artêşa TC a dagirker, geriyane.
15 Sibat 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG