HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Pêngava Azadkirina Şengalê ya hêzên me yên berxwedanê dewam dike. Li gor wê:

1. Di 15’ê Sibatê saet di 12.00’an li navenda bajar çeteyên ku li nuqteyan bi cih bibûn, hêzên me li hemberî wan bi çekên giran êrîş pêk anîne. Di çalakiya ku nuqteyên çeteyan hatin derbkirin gelek çete hatin kuştin û gelek birîndar bûn. Der barê hejmarê de agahiyek zelal tine ye.

2. Di 15’ê Sibatê hêzên me yên gerîla saet di 23.30’an de hêzên me yên Gerîla li dijî çeteyên Taxa Minare çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de hejmara çeteyên ku mirine û birîndar bûne hê nehatiye zelalkirin.

Tevgera Leşkerî ya Artêşa Tirk li gorî vê çerçovê ye:

3. Di 15’ê Sibatê de saet di navbera 11.00 -12.00’an de û saet di navbera 22.00-23.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medya li ser herêma Zapê tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk hatiye jiyîn û heman rojê saet di 22.00 û 16’ê Sibatê îro di saetên 04.00’an de balafirên şer keşf kirine. Xebatên keşfê yên li Herêmên Parastinê yên Medya berdewam kiriye. Li gorî vê

- Di 15’ê Sibatê de saet di navbera 22.00-23.00’an de û 16’ê Sibatê (îro) saet di navbera 06.00- 07.00’an de balafirên şer ên Tirk li xeta sînor a Heftanînê û qada Şehîd Kendal xebatên keşfê pêk hatine. Her wiha di 15’ê Sibatê de saet di navbera 22.00 û 23.00’an de li herêma Garê balafirên şer xebatên keşfê kirine.

16 Sibat 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG