HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Hemleya Rizgarkirina Şengalê Berdewam Dike. Girêdayî  vê;

1.  Roja 27 Kanûn ( dûh) berdewamiya şerê li taxa Sûka Jor ya li derdorê xaniyê dibistanê berfireh buyî, di demjimêrên şevê 16:30 an de li hember gurubek ya çeteyan ya ji 10 kesan pêkhatî berbi herêma ku hêzên me lê ne nêzîk buyîne de hêzên me bi çekên giran û takesî mudaxele kirine . Di encama mûdaxeleya kû hatî kirinde çeteyên ku wûndahî dayîn paşde vegeriyan, di derbarê kuştiyên çeteyan de agahiyek zelal bidest ne ketiye.

2. Roja 27 Kanûn (dûh) di demjimêrên şevê 23:00 an de ji aliyê hêzên me ve li Sûka Jor li hember çeteyan çalakiyek ya Sûîkastê hatiye li darxistin. Di encama çalakiya hatî li darxistin de 1 çeteyê DAİŞ hatiye kuştin.

3. Îro di demjimêrên 10:00 an de ji aliyê balefira Keşfê ya girêdayî hêzên Navnetewî yên Koalîsyonê ve li hember çeteyên li derdorê Soîloya genîm ya li navenda bajar xwe bicîh kirîn de êrîşekî hewayî pêkaniye.

28 Kanûn 2014

Fermandariya Şengal-HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ