ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27’ê Tebaxê ji saet 12.00’an heta îro balafirên bêmirov yên keşif ên girêdayî artêşa TC a dagirker girêdayî herêmên Parastinê yên Medya li Herêma Sate ya Zagros gerên keşfê pêk anîne, her wiha di 27’ê Tebaxê de saet 19.00’ê êvarê heta neha li heman herêmê dem bi dem balafirên şer geriyane.
- Di 27’ê Tebaxê de saet di navbera 10.00 û 15.00’an de balafirên şer yên artêşa TC a dagirker li ser herêmên Parastinê yên Medya herêma Heftanîn geriyane. Dîsa heman rojê di navbera saet 12.00 û 13.00’an de balafirên bêmirov ên keşfê li herêma Heftanîn keşif pêk anîne. Her weha di 28’ê Tebaxê (îro) saet 05.30’an de balafirên bêmirov ên keşfê li ser Ava Xabûr a girêdayî herêma Heftanîn bi armanca keşifê geriyane.
- 27’ê Tebaxê saet di navbera 20.00 û 22.00’an de balafirên bêmirov yên keşif ên girêdayî artêşa TC a dagirkerbi armanca keşfê li ser herêmên Parastinê yên Medya herêma Zapê geriyane.
2. Di van rojên bihurî de hin yekîneyên kontra yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Boşate, Teverzê û Kufrê yên navçeya Farqîna Amedê xebatên veşartî pêk tînin. Her weha ew baraja avê ya li Farqinê bi mebesta parastinê bi zêdeyî sewqiyata leşkeran hatiye kirin. û balfirên bê mirov ên keşfê li ser van herêman geriyane.
- Di 22’ê Tebaxê de leşkerên artêşa Tirka dagirker li herêmên di navbera gundê Erban û navçeya Hezexê ya Şirnexê de kemîn danîne.
3. Di 27’ê Tebaxê de çeteyên DAIŞ xwestine bi awayekî dizî bikevin gundê Digura yê Şengalê û mayînan deynîn. Lê belê hêzên me yên gerîla yên li herêmê çete ferq kirine û darbe li wan dane. Li wir 2 çeteyên DAIŞ ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin.
28 Tebax 2014
Navenda çapemenî û Ragahandinê-HPG